Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 84 kesên din mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber Koronavîrusê 84 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 258 û hejmara kesên bi şewbê ketine jî bû 122 hezar û 392.

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 84 kesên din mirin
1 gulan, 2020   16:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya daneyên der barê Koronavîrusê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir. Li gorî tabloya dawî ya Wezîr Koca parve kir, di 24 saetên dawî de 84 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 188 kesên din jî bi şewbê ketine.

Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 258 û hejmara kesên bi şewba Koronayê ketine jî bû 122 hezar û 392.