Meclisa demkî ya başûr, hişyarî da hikûmeta Yemenê

Meclisa demkî ya başûrê Yemenê, hişyarî da hikûmeta Yemenê ku nuqteyên xwe yên ewlehiyê yên li derdora bajarê Hedîbo ku paytexta girava Seqterayê rake.

Meclisa demkî ya başûr, hişyarî da hikûmeta Yemenê
1 gulan, 2020   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên meclisa demkî ya başûrê Yemenê muhlet heta êvara Înê da hêzên hikûmetê da ku nuqteyên xwe yên ewlehiyê yên li derdora bajarê Hedîbo ku paytexta girava Seqterayê rake.

Hate ragihandin ku ji seatên sibehê ve di navbera herdu aliyan de şer rû dide.

Fermandariya xwecehî ya meclisa demkî ya başûr a li girava Seqterayê tevahî berpirsyariya rûdana aloziyê girt ser hêzên hikûmetê yên li giravê. Her wiha gef li hêzên hikûmetê xwar ku heger li gorî muhleta jê hatiye xwestin tevnegere dê tedbîrên giran bigire.

Beriya demekê çavkaniyan diyar kirin ku di şerê di navbera hêzên meclisa demkî û hêzên hikûmetê de li Seqterayê du leşkerên meclisê hatin kuştin. Çavkaniyan ragihandin di wî şerî de hêzên meclisê ber bi Hedîboyê bi pêş ket û nuqteyên leşkerî û ewlehî li derdora bajêr kontrol kirin.

Serokê meclisa demkî ya başûrê Yemenê Lîwa Îdrûs El-Zubeydî piştî civîneke awarte bi desteya serokê ya meclisê di 25‘ê Nîsanê de bi daxuyaniyek rewşa awaret ya giştî li Eden û tevahî parêzgehên başûr û "Rêveberiya xweser" a başûr ragihand.