​​​​​​​Li Îsraîlê bîlaçoya dawî ya Koronavîrusê

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku li Îsraîlê heta niha 223 kes ji ber Koronavîrusê mirine û 15 hezar û 834 jî bi vîrusê nexweş ketine.

​​​​​​​Li Îsraîlê bîlaçoya dawî ya Koronavîrusê
1 gulan, 2020   13:36
XEZA

Wezaretê diyar kir ku rêjeya rewşên xeter daket û bûye 105, hejmara kesên alava kişandina nefesê danîne bû 83. Her wiha diyar kir ku rêjeya rewşên xeter daket û bû ji sedî 10.26 û nexweşên alava kişandina nefesê danîne bû ji sedî 2.35.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku hejmara nexweşên rewşên sivîk bû 6 hezar û 836, yên navîn 80, yên di nexweşxaneyan de tedawî dibin bû 332, hezar û 746 di otêlan û 4 hezar û 138 di mal de tedawî dibin.

Wezaretê diyar kir ku hejmara giştî ya kesên rewşa baş bûne, bû 8 hezar û 758.