Li Filistîn û Îsraîlê rewşên nû yên Koronavîrusê

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku li Îsraîlê 15 hezar û 870 kes bi Koronavîursê ketine û 219 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li Filistînê jî hejmara nexweşan bû 507 kes.

Li Filistîn û Îsraîlê rewşên nû yên Koronavîrusê
30 nîsan, 2020   12:25
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku rewşên nû yên nexweşiyê û mirinê ji ber Koronavîrusê (Covid-19) hatine qeydkirin.

Wezaretê îro daxuyaniyek parve kir û wiha diyar kir: "Di 12 saetên dawîn de, 4 kesên din jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê hejmara nexweşên vîrusê bû 15 hezar û 870 û 219 kesan jî jiyana xwe ji dest daye. Rewşa piraniya nexweşan baş e û 8 hezar û 412 kes jî baş bûn."

Wezaretê bi bîr xist ku li Îsraîlê rêjeya nexweşiyê û mirina ji ber Koronavîrusê, kêm bûye.

Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand ku duh rewşên nû yên Koronavîrusê hatine dîtin. Wezaretê li ser mijarê daxuyaniyek parve kir û wiha da zanîn: "Li Difa û Qudsê, 6 rewşên din ên vîrusê hatin dîtin."

Her wiha destnîşan kir ku li hemû parêzgehên Filistînê 507 kes bi vîrusê ketine û 2 nexweşên li Xezayê baş bûne. Bi vê yekê hejmara kesên ku baş bûne, bû 12 û 5 nexweşên din jî tên dermankirin.

(cx)

ANHA