Li gundewarên Dirbêsiyê dewriyeya hevbeş

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê navçeya Dirbêsiyê dewriyeyeke hevbeş pêk anî.

Li gundewarên Dirbêsiyê dewriyeya hevbeş
Li gundewarên Dirbêsiyê dewriyeya hevbeş
Li gundewarên Dirbêsiyê dewriyeya hevbeş
30 nîsan, 2020   12:05
HESEKÊ

ro di saetên sibê de dewriyeya hevbeş ji gundê Şirkê yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir û di gelek gundên rojava û rojhilatê navçeyê mîna Qermanê, Til Gidîş, Xenameyê, Kerbetilî, Cidîda re derbas bû. 2 helîkopterên Rûsyayê jî bi dewriyeyê re geriyan.

Di dewriyeyê de leşkerên dewleta Tirk panzêrên xwe ber bi rojnamevanên ku dewriye dişopand ve ajot, da ku wan bitirsîne û derfet nede ku xebata xwe temam bikin.

Piştî dewriye Ii gundê Şirkê bi dawî bû, erebeyên dewleta Tirk derbasî xaka Tirkiyê bûn û yên Rûsyayê jî ber bi Qamişloyê ve çûn.

(bx)

ANHA