Dewleta Tirk hezar û 500 çeteyên din şandin Lîbyayê

Artêşa Tirk a dagirker hezar û 500 çeteyên din ji kantona Efrînê ya dagirkirî ji bo şer şandin Lîbyayê.

Dewleta Tirk hezar û 500 çeteyên din şandin Lîbyayê
30 nîsan, 2020   12:28
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji hundirê bajarê Efrînê ji ANHA`yê re diyar kir ku duh artêşa Tirk a dagirker hezar û 500 çeteyên ku li hin gundên Efrînê bûn, şandin Lîbyayê.

Li gorî raporên çapemeniyê û daxuyaniyên artêşa nîştimanî ya Lîbyayê, dewleta Tirk zêdetirî 5 hezar çete şandine Lîbyayê da ku li kêleka hêzên hikumeta Wîfaqê ku Tirkiye û Qeter destekê didinê, şer bikin. Tê zanîn ku Tirkiye û Qeter li gelek welatên Ereban destekê didin rêxistinên tundraw.

(eh)

ANHA