Îmaratê dewleta Tirk rexne kir û banga agirbesta li Lîbyayê kir

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê piştevaniya xwe ya ji çareseriya siyasî ya li Lîbyayê re  nîşan da û bal kişand ser agirbesta li Lîbyayê û têkildarî destwerdana dewleta Tirk di kar û barên Ereban de û piştgiriya wê ji komên terorîst re, fikarên aşkera kirin.

Îmaratê dewleta Tirk rexne kir û banga agirbesta li Lîbyayê kir
30 nîsan, 2020   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve û Hevkariya Navneteweyî îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Îmaratê tev li çareseriya siyasî ya têkildarî rewşa Lîbyayê dibe, ev jî bi rêya Konferansa Berlînê pêkan dibe, her wiha bang li hemû aliyan dikin ku bi serpereştiya NY`yê pabendî proseya siyasî bin.

Wezaretê piştrast kir ku mîsogeriya ewlehiya Lîbyayê û parastina yekitiya xaka wê, çareseriya siyasî ye. Wezaretê û Hevkariya Navneteweyî îşaret bi têkoşîna li dijî terorîstan kir.

Wezaretê têkildarî destwerdana dewleta Tirk di kar û barên Ereban de, di nav de jî kar û barên hundirîn ên Lîbyayê û şerê meydanî yên ji ber vê destwerdanê derdikeve hole, nerehetiya xwe anî ziman. Wezaretê da zanîn ku dewleta Tirk piştgiriya rêxistinên terorîst dike, çeteyên biyanî dişîne xaka Lîbyayê û çekên giran û sivik dişîne, ev jî tê wateya binpêkirina qanûnên NY`yê û Konferansa Berlînê û kar û xebata civaka navneteweyî banga agirbestê dike.

Her wiha wezaretê operasyonên leşkerî yên Tirkiyê ku agirbestê asteng dikin, red kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku bigihêjin çareseriyeke siyasî.

(eh)