Sewqiyatên leşkerî yên dewleta Tirk dîsa derbasî xaka Sûriyê bûn

Artêşa Tirk a dagirker 20 erebeyên leşkerî bi rêya deriyê Kefer Losîn derbasî xaka Sûriyê kirin û ber bi navendên çavdêriyê ve çûn.

Sewqiyatên leşkerî yên dewleta Tirk dîsa derbasî xaka Sûriyê bûn
30 nîsan, 2020   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku îro sewqiyatên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker bi rêya deriyê Kefer Losîn ê bakurê Idlibê derbasî xaka Sûriyê bûn û ber bi nuqteyên çavdêriyê ve çûn.

Navendê diyar kir ku sewqiyata leşkerî ji 25 erebeyên leşkerî û lojîstîkê pêk dihat.

Bi vê yekê hejmara erebe û maşîneyên leşkerî ku ji 2`yê Sibatê ve derbasî Idlibê bûne, bûn zêdetirî 6 hezar û 100 erebeyan. Her wiha hejmara leşkerên Tirk ku li Idlib û Helebê di wê demê de belav bûne, bû zêdetirî hezar û 300’î.

(bx)