Li Dêrikê hin projeyên xizmetguzariyê yên 2020`an bi dawî bûn

Şaredariya Gel a Dêrikê hindek projeyên di sala 2020`an de dest pê kiribûn, bi dawî kirin û hindek jî ji ber tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê bi paş de xistin.

Li Dêrikê hin projeyên xizmetguzariyê yên 2020`an bi dawî bûn
30 nîsan, 2020   10:29
QAMIŞLO – ÎSAM ABDULLAH – NEJBÎR OSMAN

Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi hin projeyan kiribû. Ji wan; ronîkirina deriyên veguhastinê yên li ser rêya Qamişlo, paqijkirina çemê nava bajêr û her wiha avakirina peyarêyan.

Hemleya paqijkirinê û sererastkirina pir û peyarêyan, paqijkirina çemê nava bajêr ji çopê bi hevkariya komeleya Friedrich Hein Kreuzberg Berlin têne kirin.

Her wiha şaredariyê derdora çem ji her du aliyan ve bi dirêjahiya 500 metreyan peyarê çêkir û dar li her du qiraxên çem çandin. Di heman demê de, bi sedan dar ji aliyê Buroya Ekolojiyê ya şaredariyê ve li Dêrikê û li parkên wê hatin çandin.

Berpirsê daîreya fenî ya Şaredariya Dêrikê Hesen Mihemed diyar kir ku wan hin ji projeyên di nava plana 2020`an de bûn, bi dawî kirin. Mihemed got projeya kanalîzasyonê, pir û parkan ji ber qedexeya çûn û hatinê ku ji 23`yê Adarê ve ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye ferzkirin, hate sekinandin.

Hesn Mihemed destnîşan kir ku dema qedexeya derketina derve bi dawî bibe dê yekser dest bi projeyên xwe yên ku hatine rawestandin, bikin.

(bx)

ANHA