Herêma Şehbayê di meha Nîsanê de 23 caran hate topbarankirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha Nîsanê de jî bê navber berdewam kir. Herêma Şehbayê bi obus û hewanan 23 caran hate topbarankirin û balafirên keşfê hema bêje bê navber li ser herêmê geriyan.

Herêma Şehbayê di meha Nîsanê de 23 caran hate topbarankirin
30 nîsan, 2020   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêma Şehbayê di meha Nîsanê de jî bê navber berdewam kir. Li gorî daneyên berdest, di Nîsanê de di serî de gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û bi giştî herêma Şehbayê 23 caran hatin topbarankirin û ji wan êrişan di 15 heban de balafirên keşfê jî hatin bikaranîn.

Dewleta Tirk êrişên xwe yên qirkirin û dagirkirinê yên li dijî Efrîn û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi desteka çeteyên DAIŞ/El-Nusra/El-Qaîdeyê didomîne. Dewleta dagirker ji bo êriên xwe serî li her cure rêbazê dide û hêzên navneteweyî jî li hemberî vê yekê bê deng in. Li gel 23 êrişên bi topavêjan li dijî herêmê, bi çekên giran ên mîna doçkayan jî êriş hatin kirin.

Di tevahiya meha Nîsanê de li gel êriş û fealiyetên îstixbaratî yên MÎT’a Tirk, bi balafirên keşfê jî herêm bi domdarî hate çavdêrkirin.

DEVERÊN HATINE TOPBARANKIRIN

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên meha Nîsanê de ev dever kirin armanc;

Şehba: Gundên Şêx İsa, Til Cican, Um El-Hoş, Ehrez, Til Qirah, Semûqiyê, Belûniyê, Meranez, Eyn Deqne, Til Madîq û derdora bendava Şehbayê.

Gundên navçeya Şera ya Efrînê: Şewarxe, Dêr Cemal.

Gundên navçeya Şêrawa Efrînê: Soxankê, Aqîbe, Ziyaret.

ANHA