Li taxa Hesekê ya di karantînayê de xwarin hate belavkirin

Gerînendetiya Tenduristiyê bi hevkariya Meclisa Kantona Hesekê madeyên xwarinê li tevahiya şêniyên taxa di karantînayê de ya Hesekê belav kirin.

Li taxa Hesekê ya di karantînayê de xwarin hate belavkirin
Li taxa Hesekê ya di karantînayê de xwarin hate belavkirin
Li taxa Hesekê ya di karantînayê de xwarin hate belavkirin
Li taxa Hesekê ya di karantînayê de xwarin hate belavkirin
Li taxa Hesekê ya di karantînayê de xwarin hate belavkirin
Li taxa Hesekê ya di karantînayê de xwarin hate belavkirin
Li taxa Hesekê ya di karantînayê de xwarin hate belavkirin
Li taxa Hesekê ya di karantînayê de xwarin hate belavkirin
30 nîsan, 2020   10:31
HESEKÊ

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa duh parve kir ku 2 kes bi Koronavîrusê ketine, ew jî du hevserên ji bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê ne.

Piştî agahî hate piştrastkirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Gerînendetiya Tenduristiyê ya kantona Hesekê taxa Umeran xiste karantînayê û dê heta were îsbatkirin ku haletên din li taxê tune ne, berdewam be.

Meclisa Kantona Hesekê bang li şêniyan kir ku ji malên xwe dernekevin, bergiriyên pêwîst ên xweparastina ji vîrusê bigirin û derbasî herêma çargoşeya ewlehiyê ya hikumeta Sûriyê nebin. Li gel vê yekê şêniyan bang li xelkê kir ku nahêlin zarokên wan derkevin kolanan.

Li ser vî esasî, herêm kete karantînayê û îro Gerînendetiya Tenduristiyê bi hevkariya Meclisa Kantona Hesekê madeyên xwarinê li şêniyên taxê belav kirin. Tîmên tenduristiyê li taxê ne  da ku yekser destwerdanê li haletên awarte bikin.

 (eh)

ANHA