Li Lîbyayê hemû operasyonên leşkerî hatin sekinandin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Lîbyayê ragihand ku hemû operasyonên leşkerî li welêt hatin sekinandin û tekez kir ku ew ê bi tundî bersiva binpêkirinên koman çekdar ên li dijî hêzên wan bidin.

Li Lîbyayê hemû operasyonên leşkerî hatin sekinandin
30 nîsan, 2020   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Ebû Qasim Hefter daxuyaniyek da û tê de wiha da zanîn: "Em meha Remezana pîroz li zarokên xwe yên di nava hêzên çekdar de ku di eniyan de li dijî terorîstan şer dikin, pîroz dikin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên çekdar bi rihê nîştimanî, îradeyeke xurt û bi israr tekeziyê li ser berdewama têkoşînê heta serkeftinê dikin.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Bi vê boneya pîroz û ji bo bersivdayîna bangên ji dewletên hevalbend ku banga agirbestê di vê meha pîroz de dikin, em wek Fermandariya Giştî hemû operasyonên leşkerî disekînin. Çi binpêkirin ji aliyê milîsên terorîst ve werin kirin, bersiva me dê pir xurt be."

(bx)