Rojeva rojnameyên erebî – 30 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî hevdîtina serokê Sûriyê û wezîrê karên derve yê Îranê nivîsîn, her wiha geşedanên li Lîbya û Lubnanê jî di rojevê de bûn.

Rojeva rojnameyên erebî – 30 Nîsan
30 nîsan, 2020   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: DIYALOGA LI PAŞ DU MASKAN

Rojnameyê der barê serdana wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf a bo Sûriyê de nivîsî. Nivîskarê Iraqî Farûq Yûsiv di gotarekê de wiha nivîsî: "Wêneyê serokê Sûriyê Beşar El-Esed û wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf bala min kişand ku her duyan jî mask dabûn ber rûyê xwe."

Her wiha nivîsî: "Dema ku yekem kes hate kuştin, di xwpêşandanên aştiyane yên sala 2011`an de, Beşar El-Esed wek sembolîk têk çû, lê têkçûna rastqîne dema ku kilîta bajar û gundên Sûriyê dane artêşa Îranê û milîsên girêdayî wê, di serî de jî Hizbullaha Lubnanê ku van hêzan bûyer veguherandin pevçûna mezhebî.”

Tevî ku El-Esed gelek caran spasiya Îranê kiriye ku destê wê di komkujiyên  Sûriyê de heye, lê wî dema ku xwe spartiye Rûsan da ku rejîma wî ya ku ber bi hilweşînê ve diçû, biparêzin, wê çaxê cilik ji bin lingên Îraniyan kişandiye. Ew helwesteke aqilane bû, lê dereng bû.

El-Esed paşê tê gihişt ku Rûs eger Sûriyê bikin navenda desthilatdariya xwe jî, lê ew wekî Îranê wê danaqurtînin, ji xwe Îraniyan gelek herêmên Sûriyê xistibûn bin destê xwe, mîna herêmên derdora Şamê, bi hincetên mezhebî yên bêbingeh ên dîrokî.

Ev dihêle ku bibêjin; Îranî baweriyê bi El-Esed naynin û ew jî baweriyê bi wan nayne, ev hêjayî wêneya her du kesn e ku li paş maskan niyetên xwe yên xerab ji hev û din re bibêjin.”

ŞERQ EL-EWSAT:  TÊ PAYÎN KU ARTÊŞ "PÊVAJOYA DEMKÎ" LI LÎBYAYÊ RAGIHÎNE

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Lîbya li bendê ye ku general Xelîfe Hefter, fermandarê artêşa nîştimanî datayên pêvajoya pêş ragihîne. Di vê navberê de pirs tê kirin bê ka çarenûsa hikûmeta Wîfaq a bi serokatiya Fayiz El-Sîrac dê çi be.

Çavkaniyên agahdar diyar kir ku tê payîn Hefter daxuyaniyeke fermî bide û behsa avakirina pergaleke cîbicîker a nû bike, ev pergal dê mecliseke bi serokatiya wî be, di pêvajoya demkî ya du salan welêt bi rê ve bibe.

Çavkaniyan her wiha diyar kir ku Hefter dê dema hikûmeta El-Sîrac bi dawî bike, ji ber ku hikûmeteke ne rewa ye û bêyî erêkirina parlemanê hatiye avakirin, lê dê parleman ta hilbijartên nû pêk bên, bimîne. Çavkaniyên nexwest xwe bidin naskirin, got Hefter dê ji civaka navdewletî bixwaze ku pêvajoya nû nas bikin, ji ber ku ew dengê gelê Lîbyayê ye.”

EL-BEYAN: PROTESTOYÊN LUBNANÊ BELAV DIBIN… NAKOKIYA HIKÛMETÊ Û BANKÊ JÎ GUR DIBE

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameyê nivîsî: "Qada protestoyên Lubnanê yên li dijî bihabûnê û lîstina bi nirxê dolar, birfereh bû û gihaşt gelek herêman.

Serokê hikûmeta Lubnanê Hesan Diyab got "Parleman dê hefteya bê, planên hikûmetê yên aborî û diravî binirxîne". Serokê Banka Navendî ya Lubnanê, tawanbariyên hikûmetê ku ew bûye sedema aloziya diravî, nepejirandin. Serokê bankê got bank belge û agahiyên xwe bi zelalî aşkera dike.

Di vê navberê de xwepêşandan gihaştin piraniya bajaran, di hin dîmenan de xuya dibe ka çawa agir bi maşîneyên pereyan yên gelek şaxên bankan ketiye, li herêma Firn Elşibak a Beyrûtê."

(kn)