Pedersen: Pêwîstiya Sûriyê bi agirbestê heye

Nûnerê taybet ê Sûriyê Geir Pedersen îşaret bi girîngiya agirbestê li Sûriyê kir da ku welatiyên wê bikarin alav û dermanên  pêwîst ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê peyda bikin, di demekê de ku dewleta Tirk êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

Pedersen: Pêwîstiya Sûriyê bi agirbestê heye
30 nîsan, 2020   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Geir Pedersen di semînerekê de ku ji aliyê Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ve bi rêya videoyê hate pêşkêşkirin, wiha got: "Em nikarin karê dijminatiya ku tekez dike dê bibe zêdebûneke din di civakên koçberên de, tehemulê lê bikin. Beriya vîrus belav bibe me nikarîbû ev senaryo tehemul lê kiriba."

Pedersen Meclisa Ewlehiyê agahdar kir ku ew li gel komeke ji kesên sereke ku tev li diyalogên bidawîkirina şerê navxweyî bûne, axivî û xebata hêsankirina pêşveçûna siyasî û parastina agirbestê bi pêş de diçû. Pedersen da zanîn ku li bakur aramiyeke lawaz û xetereyên gûrkirina şer li holê hene, mîna vegera çeteyên DAIŞ`ê û êrişên Îsraîlê li ser Humis û Şamê.

Tevî ragihandina hejmara kêm a nexweşên Koronavîrusê li tevahî Sûriyê, Pedersen tekezî li ser girîngiya şopendina rewşê di nava hefteyên pêş de kir. Pedersen diyar kir ku sîstema lênerîna tenduristiyê li hindek herêman ne baş e û li hindek herêmên din jî hilwleşandî ye û îşaret bi girîngiya gihaştina alîkariyên mirovî kir.

Pedersen banga agirbestê li ser asta nîştimanî dubare kir û xebatên ji bo mîsogeriya ku gelê Sûriyê li hemû aliyên welêt alav û madeyên pêwîst ji bo pêşî li Koronavîrusê bigirin, zêde bibin.

Tevî bangên ji bo agirbestê lê dewleta Tirk rojane êrişan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Li gorî nûnerê NY`yê ku aloziya Sûriyê bi awayekî leşkerî çareser nabe. Pedersen di dawiyê de wiha got: "Divê em ji bo mirovahiya me ya hevbeş bixebitin, destekê bidin avakirina baweriyê da ku ber bi lihevkirineke siyasî ve biçin ku karibe hêviyên gelê Sûriyê pêk bîne."

(bx)