Cotkarên Minbicê dest bi çinîna sebzeyên havînê kir

Cotkarên Minbicê dest bi çinîna sebzeyên havînê yên wekî kundir û xiyar kir û şandin sûkên bajêr. Tê payîn ku ev gav asta bihabûna sebzeyan di nava sûkên herêmê de kêm bike.

Cotkarên Minbicê dest bi çinîna sebzeyên havînê kir
Cotkarên Minbicê dest bi çinîna sebzeyên havînê kir
Cotkarên Minbicê dest bi çinîna sebzeyên havînê kir
Cotkarên Minbicê dest bi çinîna sebzeyên havînê kir
30 nîsan, 2020   07:36
MINBIC

Cotkarên Minbicê di destpêka meha Çileyê de dest bi çandina sebzeyên havînê yên mîna kundir û xiyaran dikin. Ev sebze di 60 rojan de digihêjin, piştre dişînin sûkên bajarê Minbicê.

Kîloya kundiran bi 300 lîreyên Sûriyê û ya xiyaran jî bi 400 lîreyên Sûriyê tê frotin.

Ruxmî ku lêçûna gihandina baxçeyan pir e, lê dê di nav sûkên bajarê Minbicê de belav bibe û dê bihayê wan ji ya sebzeyên ku ji derveyî herêmê tên, erzantir be.

Cotkar dibêjin ku lêçûna çandina hektarekî kundir, xiyar û sebzeyên din îsal gihaşt derdora 5 milyon lîreyên Sûriyê. Lê lêçûna di sala borî de 2 milyon û 500 hezar bû. Cotkar bilindbûna lêçûnê vedigerînin daketina nirxê lîreyê Sûriyê li bermaberî dolar. Her wiha girtina deriyên sînor ji ber belavbûna Koronavîrusê bû sedem ku buhayên kel û pelan biha bibin.

Cotkarê bi navê Şihade Sado ji şêniyên Minbicê ye, dibêje: "Hilberîna îsal baş e. Lê bihabûna madeyên destpêkê yên çandiniyê, lêçûna çandiniyê zêde kir."

Hilberîna herêmî ya sebzeyan rol di erzankirina buhayan di nav sûkên ku nirxên kel û pelan ji ber anîna sebzeyan ji derve buha ne de dilîze.

Saziya Çandiniyê xebat û desteka pêwîst ji cotkaran re pêşkêş dike, mîna semad, derman û sotemeniyê.

(şx)

ANHA