Li gundewarên Dêrazorê piştî restorekirina 4 bîran av gihaşt herêmê

Komîteya Çandinî û Sewalkariyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê projeya restorekirina bîrên avê li beyara gundewarên bakur bi dawî kir. Ev proje dê pêwîstiya şêniyan a avê dabîn bike.

Li gundewarên Dêrazorê piştî restorekirina 4 bîran av gihaşt herêmê
Li gundewarên Dêrazorê piştî restorekirina 4 bîran av gihaşt herêmê
Li gundewarên Dêrazorê piştî restorekirina 4 bîran av gihaşt herêmê
Li gundewarên Dêrazorê piştî restorekirina 4 bîran av gihaşt herêmê
Li gundewarên Dêrazorê piştî restorekirina 4 bîran av gihaşt herêmê
30 nîsan, 2020   07:01
DÊRAZOR-ELÎ EL-SALIH

Beşa Sewalkariyê ya Komîteya Çandiniyê ji bo alîkariya xwediyên sewalan ên li Dêrazorê dest bi restorekirina 4 bîrên li gundewarên Dêrazorê yên li herêma Ebû Xeşeb, Cerwan, Ebû Kebra û El-Bêda kir. Ev bîr dê avê ji tevahiya herêma beyar re peyda bikin.

Ji 3 mehan ve werşeyên kar di destpêkê de ew 4 bîr paqij kirin û bermahî rakirin. Piştre bi sûre kirin û qetas li ser danîn. Ji her bîrekê re jeneratorek peyda kirin.

Li herêma ku dê sûdê ji projeyê bigire, zêdetirî 150 hezar serî pez, 2 hezar serî çêlek û 7 hezar hêştir hene.

Bîra Ebû Kebra avê ji herêmên berfireh ji beyarê heya sînorên Ebû Fas ên li rojhilat re peyda dike. 

Ji ber kêmbûna avê di sala borî de û ji ber şewatên ku rû dane, rûberên mezin ji hilberînên mewsima havînê, bi taybet genim, şewitîn.

Hevserokê Komîteya Sewalkariyê Hesan Hemîdî girîngiya projeyê destnîşan kir û got: “Ev ji bo vejandina herêmê û alîkariya bi xwediyên sewalan re projeyek stratejîk e. Gelek bîr zuha bûne, lêgerîna jêderên avê yên nû pir girîng in. Lewra kolandina bîrên nû û girîngîdayîna mijarê wê roleke girîng di peydakirina avê de bilîze.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gqRkZjuXBIs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>