6 meh e dewleta Tirk 40 gundên Til Temir û Zirganê bê kehrebe hiştine

Ev 6 meh e 40 gundên navçeyên Til Temir û Zirganê ji ber êrişên dewleta Tirk a dairker di nav taritiyê de ne. Hevserokê Gerînendetiya Kehrebeyê ya navçeya Til Temirê Fehid Samîa got: “Em nikarin derbasî wan gundan bibin û toreyê çêkin, ji ber ku ew der eniya şer e.”

6 meh e dewleta Tirk 40 gundên Til Temir û Zirganê bê kehrebe hiştine
30 nîsan, 2020   06:36
HESEKÊ

Piştî êrişa artêşa Tirk a dagiker û çeteyên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ di 9`ê Cotmehê de li dijî bajarê Serêkaniyê, navçeya Til Temir û gundên girêdayî wê, êrişkeran gelek binpêkirinên hovane li dijî sivîlan pêk anîn; Kkuştin, talan, qutkirina av û kehrebeyê.  Artêşa Tirk a dagirker bi awayekî domdar toreyên kehrebeyê yên gundên navçeyên Til Temir û Zirganê bi topan dike hedef, bi armanca ku wan gundan vala bike.

Niha zêdetirî 8 hezar welatî di 40 gundan de ji 6 mehan ve di nav taritiyê de bê kehrebe ne. Li gel ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê tu însiyatîfên çareserkirina pirsgirêkê pêşkêş nekirin. Rûsya grantora agirbestê ye.

Hevserokê Gerînendetiya Kehrebeyê ya navçeya Til Temirê Fehid Samîa girêdayî mijarê dibêje: "Em nikarin derbasî wan 40 gundên navçeyên Til Temir  û Zirganê bibin ji bo ku toreyên kehrebeyê çêkin. Ji ber ku ew gund di eniya şer de ne."

Samîa diyar kir ku ev şeş meh e ew li benda Rûsan in ku bi artêşa Tirk a dagirker re li hev bikin ji bo ku tîmên sererastkirinê derbasî gundan bibin û toreya kehrebeyê temîr bikin. Samîa got: “Ger lihevkirin çêbû em ê karibin kehrebeyê vegerînin gundan.”

Samîa destnîşan kir ku beriya niha du caran kehrebe vegerandine gundan. Di 24`ê Adarê de tîmek ji bo sererastkirina pirsgirêkê çû û tenê 36 saet kehrebe vegerand gundan. Lê dîsa kehrebe qut bû.

Dewriyeyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê rojane di wan gundan re derbas dibin, lê tu çareseriyekê pêşkêş nakin û çûyîna tîmên sererastkirinê ji herêmê re dabîn nakin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iknJgAekCJQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>