TEV-DEM`ê 1’ê Gulanê pîroz kir

TEV-DEM`ê bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li karkerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê pîroz kir.

TEV-DEM`ê 1’ê Gulanê pîroz kir
30 nîsan, 2020   06:22
NAVENDA NÛÇEYAN

TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe de ev tişt rave kirin:

“Karker û kedkar çîna civakê ya herî zêde rastî zilm û çewisandina pergalên kapîtalîst ên xwedî qezencên aborî û siyasî hatin. Lewra gelek kes bê cudahiyeke cinsî yan jî nîjadî bûn qurbanî. Pergalan karker wek kole ji bo ku planên xwe yên qezencê pêk bînin, bi kar anîn, lê wê çînê xwe bi rêxistin kir û hêzên xwe yên fikrî kom kirin û dest bi lêgerîna wekhevî û edaleta civakî kir û gihaşt serkeftinê. Xwepêşandan ji bo maf, edaletê û bigihêjin vîna azad organîze kirin. Ew xwepêşendan mîna şoreşeke li dijî kapîtalîzmê bû. Ji bo wê di dirêjahiya 134 salan de gelek fedakarî pêşkêş kirin.

Lê mixabin ev çîna kedkar û karker ji ber şert û mercên ku pergala kapîtalîzmê ya cîhanî tê re derbas dibe û li gel belavbûna Koronavîrusê nikarin 1`ê Gulanê pîroz bikin.

Berxwedana gelan îsbat kir ku armanca pergalên kapîtalîst li gel belavbûna Koronavîrusê  li tevahiya cîhanê û aloziyên heyî, ew e ku siyasetên xwe yên kirêt derbas bikin. Lewra rewş aloztir dibe û belavbûna Koronavîrusê tê wateya zêdebûna bêkariyê, kêmbûna derfetên kar û zêdebûna asta nexwendinê di navbera çînên civakê de bi giştî.

Şoreşa vîna gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kedkaran û karkeran rolek nimûne û girîng li rex tevahiya çînên civakê lîst û têkoşîn temam kirin. Rola kedkaran giyanekî tijî vîn û têkoşîn da şoreşê. Ruxmî tevahiya hewldanên çewisandina nasname û nirxên wan ên exlaqî lê têkoşîn û berxwedana çîna kedkar a ku bi giyanê nirxên şoreşa civakî ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad girêdayî, rêya pêşketinê pejirand.

Wek Tevgera Civaka Demokratîk em kedkaran û karkeran bi vê rojê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku têkoşîn û berxwedan mîsogerkera rastîn a tunekirina terorê û rizgarkirina tevahiya herêmên dagirkirî ji dagirkeriya Tirk û dabînkirina vegera ewlehiyê ya koçberan ji warên xwe re ye, da ku em asta têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin ji bo ku nirx û destkeftiyên xwe biparêzin.

(şx)

ANHA