​​​​​​​Zanîngeha Rojava dê perwerdeyê bi ‘Online’ bidomîne

Zanîngeha Rojava ji ber Koronavîrusê navber da perwerdeyê. Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava wê 3‘yê Gulana 2020‘an bi Online dest bi perwerdeya Online  bike.

​​​​​​​Zanîngeha Rojava dê perwerdeyê bi ‘Online’ bidomîne
​​​​​​​Zanîngeha Rojava dê perwerdeyê bi ‘Online’ bidomîne
​​​​​​​Zanîngeha Rojava dê perwerdeyê bi ‘Online’ bidomîne
​​​​​​​Zanîngeha Rojava dê perwerdeyê bi ‘Online’ bidomîne
30 nîsan, 2020   06:05
QAMIŞLO – YARA MIHEMED – EHMED SEMÎR

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber Koronavîrusê (Covid-19), li zanîngeh, dibistan û peymangehan biryara rawestandina perwerdeyê hate girtin. Li ser vê yekê Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava dê perwerdeyê bi renekî "Online" berdewam bike.

Li ser mijarê hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mustefa ji ANHA‘yê re axivî û got: "Nayê zanîn bê ka wê kengî xeteriya Koronavîrusê bi dawî bibe. Bi armanca berdewamkirina perwerdeyê li gelek dewletan perwerde bi rengê Online tê meşandin.  Li Zanîngeha Rojava jî ev reng dê di destpêka werza duyemîn a perwerdeyê, di 3‘yê Gulanê de were destpêkirin. "

Zanîngehê rê û rêbazên ezmûn û nixandin, her wiha waneyên partîkî di teqîgehan (Laboratorî) diyar kir.

Rohan Mustefa anî ziman dê waneyên dîtbarî li ser bernameya înternêtê wekî "Zom û Google Class Room" werin barkirin da ku xwendekar kengî bixwazin bibînin.

Rohan destnîşan kir ku wê wane bi rêya bernamyeke taybet ji aliyê mamosteyan ve werin amadekirin, da ku li ser telefon, an komputer an jî waneyên dîjîtal bar bikin. Rohan anî ziman ku beriya wanedayîn destpê bikin wê bi rojekî agahiyên derbarê dema weşanê de bidin xwendekaran.

Rojhan Mustefa got: “Ji bendên perwerdeya bi Online ya Zanîngeha Rojava wê li ser înternetê bernameyên zindî, dîmenên qeydkirî û dosyayên waneyên zanîngehê werin weşandin. Her wiha nirxandin û dana erkan ji xwendekaran re wê pêk werin.”

Derbarê waneyên di laboratoran de, Rohan Mustefa diyar kir ku mamoste waneyên pratîkî di laboratoran qeyd dikin, xwendekaran li ser vê yekê agahdar dikin, piştre dê werin weşandin û ji wan re werin şandin.

Rohan diyar kir ku ji her beşekî re bername hatiye danîn, saetên waneyê bi rengê Online hatine veqetandin û got: "Herî kêm wê xwendekar di rojekê de 2 an 3 waneyan bibînin. Her wiha ji her mamosteyekî/ê re demek hatiye diyarkirin da ku bersiva pirsên xwendekaran bide."

Ji bo fakulteya Mîmarî  û Hunerên Bedew, piştî waneyên teorîk ên bi rêya înternêtê dê xwendekar erkên xwe li malê pêk bînin û dîmen û wêne ji mamoste re bişîne. Mamoste encamên karê xwendekar agahdar bike.

Derbarê ezmûn û nirxandinê  ya bi rêya Online,  mamoste dê dema wergirtina kar agahdarî xwendekar bike, xwendekar jî bersiv bide an bi rêya nivisandina bi word an jî şandina wêneyê ku jê tê xwestin bersiv bide û ji mamoste re bişîne.

Ji ber ku şêwazê perwerdeyê hat guhertin, sîstema nirxandinê di zanîngehê de jî hate guhertin. Li ser vê mekanîzmeyek nû ji bo nuqteyên ezmûnan hate dayîn: Nuqteyên ezmûnê ji sedî 40 e, ev jî bi vî rengî belav dibe ( Ezmûna yekem ji sedî 16, ya duyemîn ji sedî 24), berezmûn, proje, lêkolîn û tevlêbûn ji sedî 60 nuqte ne.

Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mustefa axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heger xeteriya Koronayê beriya werza duyemîn bi dawî bibe, dê perwerdeya bi rengê Online heta dawiya sala perwerdeyê ya 2019-2020 berdewam bike. Ji ber ku hin xwendar çûn malên xwe yên li Heleb û kantona Şehbayê. Vegera wan jî li zanîngehê demek digire. Her hal dê di werza duyemîn de perwerdeyê bi rêya înternêtê dewam bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3ojNWgZmnbs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>