‘1`ê Gulanê roja têkoşînê ye’

Karkerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1`ê Gulanê wek roja têkoşînê binav kirin û gotin: “Em ji xebatên ku ji welatê xwe re pêşkêş dikin serbilind in.”

‘1`ê Gulanê roja têkoşînê ye’
30 nîsan, 2020   05:32
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

1`ê Gulanê Cejna Karkerên cîhanê ye. Her sal tevahiya kerkarên li cîhanê vê rojê pîroz dikin. Karker çîna herî hilberîner û kedkar tên hesibandin.

Bi vê boneyê ANHA’yê nêrînên hejmarek karkerên navçeya Dirbêsiyê girtin. Karkeran bang li sandîqeya karkeran kirin ku fonên wan zêde bikin û desteka pêwîst ji wan re pêşkêş bikin.

Mihemed Masûm di Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê de karkerê paqijiyê ye. Masûm dibêje: “Em di tevahiya rojan de kar dikin ji bo ku bajêr paqij bikin.”

Masûm roja 1`ê Gulanê li tevahiya karkerên cîhanê pîroz kir û ew roj weke roja `Têkoşînê` binav kir.

Karkerê paqijiyê yê bi navê Xidir Ibrahîm banga destekek bêtir kir û got: "Divê ji vê zêdetir piştgirî ji karkeran re bê pêşkêşkirin. Ji ber çîna herî zêde xizmeta gel dike ye.”

Ibrahîm rave kir ku ew bi vê rojê serbilind û got: "Em wek karkerên paqjiyê bi vê rojê serbilind in. Em hêza xwe jê digirin dema bajarê me paqij û xweşik be."

Karkerê mekanisyen Eymen Esad jî bang li aliyên têkildar kir ku cih ji dikanên mekanisyenan re peyda bikin, ji bo ku şênî ji dengê karê wan aciz nebin.

(şx)

ANHA