Li Filistîn û Îsraîlê hejmara nexweşên Koronavîrusê bilind dibe

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê hejmareke nû ya qurbaniyên Koronavîrusê qeyd kir. Li Filistînê jî hejmara nexweşan bû 501.

Li Filistîn û Îsraîlê hejmara nexweşên Koronavîrusê bilind dibe
29 nîsan, 2020   11:52
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê îro ragihand ku di nava 24 saetên dawîn de 2 kes ji ber Koronavîrusê (Covid-19) mirin, her wiha 54 kesên din bi vîrusê ketine. Bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşan bû 15 hezar û 782 kes, ji wan 212 kes mirin.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê ku diyar dibe ku hejmara nexweşên Koronavîrusê bi awayekî berbiçav kêm dibe û ev tişt hate gotin: "Ji nexweşan rewşa 7 hezar û 747 kesî sivik e, 82 kes rewşa wan normal e û 120 kes rewşa wan xeternak e, ji wan 91 kes li ser alavên nefesê ne.”

Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku hejmara nexweşan gihaştiye 501 kesî. Wezaretê diyar kir dê tedbîr sivik bibin, rewşa vîrusê dê were nirxandin û pêkanîna welatiyan ji tedbîrên pêwîst re. Paşê dê civîn bi komîteya vîrusê û şaneya aloziyê re çêbe da ku pêşniyarên xwe rakirin ji serokwezîr Mihemed Eştiye re ji bo ku di vê derbarê de biryaran bigirin.

(bx)