Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd daxuyand ku hinek derdor bêyî ku mijar were ronîkirin ji teqîna duh a li navenda Efrînê YPG’ê berpirs digirin lê tu eleqeya wan bi wê bûyerê tune ye û tawanbarî dûrî rastiyê ne.

Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
29 nîsan, 2020   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd li ser malpera fermî ya YPG’ê têkildarî teqîna duh a li navenda Efrînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di dîroka 28-04-2020 de (duh) teqînek bi rêya seyareyeke sotemenî lê barkirî li bajarê Efrînê rû da. Hinek derdoran bêyî ku mijar were teqezkirin, bi awayekî lezgîn YPG ji vê bûyerê berpirsyar girt. Ev tohmet û tawanbarî dûrî rastiyê ne, tu têkiliyê me bi vê bûyerê ve nîn e.”