Şêniyên taxa Hilêlî ya Qamişloyê dest çandina daran kir

Bi însiyatîf û bi rihê hevgirtin û hevkariyê, şêniyên taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo daran li rûberên erdên xwe û derdora taxê diçînin.

Şêniyên taxa Hilêlî ya Qamişloyê dest çandina daran kir
Şêniyên taxa Hilêlî ya Qamişloyê dest çandina daran kir
Şêniyên taxa Hilêlî ya Qamişloyê dest çandina daran kir
Şêniyên taxa Hilêlî ya Qamişloyê dest çandina daran kir
Şêniyên taxa Hilêlî ya Qamişloyê dest çandina daran kir
Şêniyên taxa Hilêlî ya Qamişloyê dest çandina daran kir
29 nîsan, 2020   11:47
QAMIŞLO-SILAVA ABDULREHMAN-YARA MIHMED

Şêniyên taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo dema qedexeyê wek derfet bi kar anî û dest bi çandina daran li rûberên erdên xwe kir. Şêniyan piştî destûra çandina daran di milkên giştî de ji Şaredariya Gel stand, li derdora malên xwe dar çandin.

Însiyatîf ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hate qebûlkirin, şêniyan bi dilxwazî, rihekî hevkar dest bi çandina daran kir.

Şêniyan destnîşan kir ku însiyatîf ji beriya hefteyekê ve ji aliyê ciwanên taxa Hilêliyê ve hate destpêkirin. Ciwan dixwazin rûbera şînkahiyê berfirehtir bikin, dema qedexeyê bi kar bînin û bixin xizmeta bedewkirina taxê. Hin kesan bi xwe şitil kirîn û hin kesan jî av bi sehrîcên xwe yên taybet anîn û hinan jî kortik kolan.

Şêniyên taxê heta niha 250 şitilên cuda çandine, ji wan darên sîwanan, meyweyan, darên serw û senewberan in.

Şênî her roj piştî saetên nîvro dest bi çandina şitilan û avdana wan dikin û tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê digirin.

Welatiyê bi navê Delîl Elî ku ew jî beşdarî însiyatîfê bûye, da zanîn ku destpêkê însiyatîfa wan takekesî bû, ji ber vê yekê 20 dar çandin, paşê deng veda û şênî bi girseyî beşdarî însiyatîfê bûn. Elî got hejmara daran derdora 250 heta 270 darî ye.

Delîl Elî destnîşan kir ku wan soz ji Şaredariya Gel standiye ku ew ê alîkariya wan re bike û xeteke avê bide wî erdî. Delîl Elî di dawiya axaftina xwe de zehmetiya avdana daran anî ziman, ji ber ku erd dûrî navenda bajêr e, her wiha amaje pê kir ku ew bendewarên erêkirina şaredariyê ne, da ku pêlîstokên zarokan bidin baxçe û cihên rûniştinê jî diyar bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zbOFZ9hGkY0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>