Mezlûm Ebdî: Bûyera ku li Efrînê rû daye, kiryareke terorîstî ye

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk teqîna ku duh li bajarê Efrînê yê dagirkirî rû da, şermezar kir û got "Bûyera ku duh li Efrînê çêbûye, kiryareke terorîstî ye û cihê şermezarkirinê ye ku di encamê de giyanên bêguneh bûne qurbanî."

Mezlûm Ebdî: Bûyera ku li Efrînê rû daye, kiryareke terorîstî ye
29 nîsan, 2020   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî teqîna ku duh li Efrîna dagirkirî rû daye, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyeke belav kir û got: "Bûyera ku duh li Efrînê çêbûye, kiryareke terorîstî ye û cihê şermezarkirinê ye ku di encamê de giyanên bêguneh bûne qurbanî."

Mezlûm Ebdî piştrast kir ku ev kiryar, encama siyaseta wêrankirinê ye ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin.

(kc)

ANHA