Xwaringeha El-Ferdos xwarinê dide zarokên sêwî û malbatên xizan

Li bajarê Reqayê xwaringeha El-Ferdos a alîkariyê hefteyê du rojan xwarinê li zarokên sêwî û kesên hewcedar belav dikir û di meha Remezanê de xebata xwe zêde kir û rojane xwarinê belav dike.

Xwaringeha El-Ferdos xwarinê dide zarokên sêwî û malbatên xizan
29 nîsan, 2020   10:53
REQA – EMAR ABDULLETÎF – CEMAL MIHEMED

Xwaringeha El-Ferdos ji aliyê kesên dilxwaz ên ji şêniyên bajarê Reqayê ve hate avakirin da ku destekê bide zarokên sêwî û dayikên wan. Xwaringeha El-Ferdos hemû rojên duşem û pêncşemê xwarin belav dikir lê di meha Remezanê de bi awayekî rojane xwarinê pêşkêş dike.

Ehmed El-Yûsif ji berpirsên xwaringehê ye û ji ANHA’yê re der barê avakirina xwaringehê de wiha axivî: "Di dawiya 2018`an de xwaringeha El-Ferdos bi însiyatîfeke civakî ji aliyê şêniyên bajêr ve hat avakirin. Di xwaringehê de gelek dilxwaz ji hemû beşên civaka bajarê Reqayê hene."

Ehmed El-Yûsif destnîşan kir ku armanca xwaringehê ew e ku xwarinê ji zarokên sêwî yên Reqayê re pêşkêş bike da ku neçarî şêwazên din nebin. Her wiha got di meha Remezanê de xwarin û nan ji zêdetirî 600 malbatî re pêşkêş dikin û hewl didin cilên cejnê jî ji wan re bi alîkariya şêniyan bikirin.

El-Yûsif got xebata wan zehmet e lê di dawiyê de ken li ser rûyê zarokên sêwî çêdibe û destnîşan kir ku ji ber belavbûna Koronavîrusê malbatên xizan di bajêr de zêde bûn.

Ehmed El-Yûsif spasiya şêniyên Reqayê yên xêrxwaz kir ku destekê didin sêwî û xizanan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Diviyabû ku bazirgan di rojên wiha de bi xizanan re bûna û heta ji destê wan tê alîkarî bikirana."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RkwZ_dPF2X0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>