Nivîsgeha Parastinê: Tirkiye berpirsa teqîna li Efrînê ye

Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser da zanîn ku teqîna li bajarê Efrînê yê dagirkirî berpirsyariya artêşa Tirk e.

Nivîsgeha Parastinê: Tirkiye berpirsa teqîna li Efrînê ye
29 nîsan, 2020   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li bazareke Efrînê ya dagirkirî teqînek rû da û di encamê de bi dehan sivîl bûn qurbanî ku di nav de zarok jî hebûn.

Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev teqîn berdewama rêzekomkujiyên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li seranserê Sûriyê û nexasim li Efrînê ne.

Nivîsgeha Parastinê destnîşan kir ku QSD`ê banga neteweyî bi cih anî û agirbest ragihand, her wiha bal kişand ser zêdekirina kar û xebata li dijî belavbûna vîrusa koronayê lê dewleta Tirk vê rewşê keysbaz dike û liv û tevgera ku tê xwestin, paşguh dike û 28 Nîsana 2020`an herêmên Kobanê topbaran kirin. Beriya wê jî herêmên Şehbayê ku koçberên ji Efrînê lê bi cih bûne, topbaran kirin.

Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku ew ji hemû cîhanê re diyar dikin ku komên li Efrînê rojane mal û milkên sivîlên Efrînê talan û wêran dikin û didizin, ji ber vê yekê şerê navxweyî derket, li ser vî esasî ew paşguhkirina kiryarên ku sivîlan dikin armanc, red dikin.

Nivîsgehê daxuyand kiryarên sivîlan dikin armanc şermezar dikin, her wiha ji bo sûcên rû didin berpirsyariya dewleta Tirk radigihînin û piştrast dikin ku dewleta Tirk van kiryarên bi armanca guhartina demografiya xaka Sûriyê pêk tîne, her wiha planên têkildarî pêşeroja Sûriyê û pêşeroja gelan dike armanc.

Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku hebûna dewleta Tirk li Sûriyê û wek dewleteke dagirker, bi kar û xebata di oxira mîsogeriya ewlehiya Sûriyê re bi nakok e, li gel vê yekê ne mumkin e ku bi hebûna dewleta Tirk re garantiya ewlehiya Sûriyê hebe, lewra divê kesên kar û xebata têkildarî pêkanîna ewlehiya Sûriyê dikin, beramberî helwesta dewleta Tirk xwedan gotin bin, dewleta Tirk derxin û dawî li dagirkeriyê û çeteyan bînin.

(eh)

ANHA