Hêzên hikûmetê gundewarên Heleb û Idlibê kirin hedef

Îro di saetên sibê de hêzên hikûmetê herêmên gundewarên rojavayê Helebê, gundewarên başûrê rojhilatê Idlibê yên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de topbaran kirin.

Hêzên hikûmetê gundewarên Heleb û Idlibê kirin hedef
29 nîsan, 2020   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmetê bi moşekan Kefereme, Kefer Tela yên gundewarên rojavayê Helebê, El-Fetîra, Kefersenfera yên gundewarên başûrê Idlibê, her wiha Lafis a gundewarên rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Navendê diyar kir ku duh hêzên hikûmetê di saetên sibê de herêmên Kefersenfera, El-Bara yên Cebel El-Zawiye yên gundewarên başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kirin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî ragihand ku Sergey Lavrov û Mevlut Çavuşoglu bi rêya telefonê geşedanên li Sûriyê nîqaş kirin bêyî ku tu agahiyên din bide.

Girêdayî mijarê çeteyên Tehrîr El-Şam derfet neda karwanekî dewleta Tirk a dagirker ku derbasî bajarê Daret Iza yê rojavayê parêzgeha Helebê bibe. Çeteyên benda El-Qatûra şevê din li hember erebeyên leşkerî yên Tirkiyê sekinîn. Ev yek di dema ku nakokiyên mezin di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam de ku dixwazin deriyê bazirganiyê bi hêzên hikûmetê re vekin û dewleta Tirk a dagirker de, pêk hat.

(bx)