Piştî bidawîbûna qedexeya derketina derve şaredarî dê dest bi projeyên xwe bike

Komîteya Şaredarî û Parastina Jîngehê ya Kantona Qamişloyê biryar da ku dema qedexeya derketina derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû, dê dest bi projeyên salane bike.

Piştî bidawîbûna qedexeya derketina derve şaredarî dê dest bi projeyên xwe bike
Piştî bidawîbûna qedexeya derketina derve şaredarî dê dest bi projeyên xwe bike
Piştî bidawîbûna qedexeya derketina derve şaredarî dê dest bi projeyên xwe bike
29 nîsan, 2020   09:47
QAMIŞLO – SILAVA ABDULLREHMAN – HÊLÎN HESEN

Şaredariyên kantona Qamişlo di destpêka meha Nîsanê de divê dest bi projeyên salane bikira lê ji ber pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) hemû xebat hatin sekinandin.

Di vê derbarê de hevserokê Komîteya Şaredarî û Parastina Jîngehê ya kantona Qamişloyê Mesûd Yûsif ji ajansa me re wiha axivî: "Em bi hemû şaredariyên gel ên kantonê re civiyan. Piştî projeyên wan ji aliyê meclisên gel ên bajar û navçeyan ve hatin erêkirin, projeyên xwe ji me re pêşkêş kirin."

Mesûd Yûsif diyar kir ku divê şaredariyan di destpêka meha Nîsanê de dest bi projeyên xwe bikira û ev tişt anî ziman: "Lê ji ber belavbûna Koronavîrusê li cîhanê û ji bo ku li herêmê dernekeve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 23`yê Adara derbasbûyî de qedexeya derketina derve ragihand û ji ber wê jî şaredariyan hemû projeyên xwe paşde xistin, hemû derfetên xwe xistin xizmeta Şaneya Aloziyê û dest bi paqijkirin û dezenfektekirina bajar û navçeyan kir."

Mesûd Yûsif destnîşan kir ku dema qedexe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bibe dê plana xebatê deynin û şaredarî dê dest bi projeyên xwe mîna qîrkirin û sererastkirina rêyan, sererastkirina torên avê û kanalîzasyonan, her wiha sererastkirina pirên di navbera navçe û gundan de bikin.

Şaredariyên gel ên kantona Qamişloyê di sala derbasbûyî de ji sedî 90 ji projeyên salane pêk anîn. Ji sedemên ku mekanîzmaya karê xizmetguzarî asteng kir, şewatên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbû, her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de.

(bx)

ANHA