Rêber Abdullah Ocalan: Pêdivî bi yekitiya neteweyî heye

Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina bi telefonê ya bi birayê xwe rêber Abdullah Ocalan re axivî û diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan qala geşedanên li Başûr kiriye û hişyarî daye ku dixwazin Kurdan berî hev bidin û diyar kir ku peymana di sala 1982’yan de ya bi Îdrîs Barzanî re dikare were nûkirin û got “Pêdivî bi yekitiya neteweyî ya Kurdan heye.”

Rêber Abdullah Ocalan: Pêdivî bi yekitiya neteweyî heye
29 nîsan, 2020   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

RêberAbdullah Ocalan piştî 21 salan cara yekemîn bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtinek kir. Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş ên li heman girtîgehê dimînin jî, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Hevdîtina telefonê ya Ocalan di 27’ê Nîsanê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir 20-25 deqeyan dewam kir.

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê hevdîtina telefonê pêk anîn û destnîşan kir ku rêber Ocalan li ser 3 mijarên di rojevê de nirxandin kirin. Mehmet Ocalan, da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan Protokola 1982’yan a bi Herêma Kurdistana Federal îmze kiribûn bi bîr xist û peyama “Pêdiviya Kurdan a ev der ji te re, ew der ji min re, tune ye. Pêdiviya Kurdan bi aştî û yekitiyê heye” da.

Mehmet Ocalan, anî ziman ku ew bi kurê xwe Omer Ocalan ê parlamenter, parêzerek û du wekîlên HDP’ê re çûne hevdîtinê, lê tenê ji bo wî destûra axaftinê hate dayîn. Mehmet Ocalan, da xuyakirin ku yekemîn car bû ku vî mafê xwe yê qanûnî bi kar tîne û wiha axivî: “Berê jî ji bo em biçin giravê em li kêştiyê siwar dibûn û di nîva rê de em vedigerandin. Dîsa bi mehan hevdîtin pêk nedihatin. Di qonaxa heyî de, êdî bi salan me nekarî em biçin hevdîtinê. Ger dewlet bixwaze dikare hevdîtina telefonê jî temîn bike. Ev 21 sal in ev mafê me yê qanûnî û demokratîk bi cih nayê. Herî dawî di 27’ê Nîsanê de saet 13.00’an yekemîn car me hevdîtina li ser telefonê kir. Hevdîtina me 20-25 deqan dewam kir. Dema ku min di telefonê de denge serok bihîst ez pir kêfxweş bûm. Çav û guhê gelê Kurd jî li Girava Îmraliyê ye.”

‘EZ NIHA BAŞ IM LÊ DI PÊŞEREOJÊ DE WÊ ÇI BIBE NE DIYAR E’

Mehmet Ocalan anî ziman ku rêber Abdullah Ocalan ewil diyar kir ku hevdîtina bike pir kin e û ji bo rojevê binirxînin dem têr nake û du dê li ser mijarê sereke biaxive. Mehmet Ocalan da zanîn ku gotiye 'Ji ber şewbê gel der barê rewşa Serok de bi fikar in û rewşa wî meraq dikin. Serok jî got 'Rewşa tenduristiya min baş e. Lê di rojên pêş de çi bibe ez nizanim.' û bersîv daye." Mehmet Ocalan, anî ziman ku rêber Ocalan li ser şewbê zêde ranewestiya zêdetir li ser rewşa Kurdan axivî.

Mehmet Ocalan, hevdîtina telefonê ya bi rêber Abdullah Ocalan re kir, wiha vegot: “Destpêkê ji min re got; ‘Dema me pir sînordar e. Ji bo nirxandina rojevê demeke ma ya pir dirêj tuneye. Li ser mijarên pêwîst emê biaxivîn.’ Serok destpêkê pêşketinên li Kurdistana Federe rû didin nirxandin. Min ji serok re got di nava Qendîl, KDP û YNK’ê de pirsgirêkên mezin hene. Di rojeva gel de ev pirsgirêk hene. Dûre min got şewba vîrûsa koronayê heye. Behsa şewbê nekir. Serokatî herî zêde li ser pirsgirêkên di navbera Qendîl û Hikumeta Kurdistana Başûr de rewestiya. Em li ser vê rewşê axivin. Serokatî tekildarî geşedanên li Başûrê Kurdistanê got 'Ev polîtikayên Kurdan bi Kurdan bidin şerkirin û kuştin e. Tu qezenca Kurdan di vê yekê de tune ye. Tu fêdeya van polîtîkayan ji bo gelê Tirkiyeyê jî tune ye. Divê ne PDK û ne jî YNK û ne jî tu partî u tevgerên Kurdan nekevin nava hesabê ‘Em ê şer bikin û dê li hemberî vê yekê dewletê bidin me' Ev nabe û nayê qebûlkirin. Divê yekitiya neteweyî esas bigirin. 40 sal in diviyabû yekitiya Kurdan hebûye. Mirovên li wê derê dijîn Kurd in. Ger xwîn birije, wê kes nekara ji bine vê yekê derbikeve. Ev peyama min hem ji bo Qendîlê û hem jî ji bo Hikumeta Herêmê ye. Dîsa ev peyama min ji bo malbata Barzanî, malbata Talabanî, şexsiyet û hemû kesên li Başûr in. Pêdiviya Kurdan bi şer û rijandina xwînê tuneye. Pêdiviya Kurdan yekitiyê heye. Pêdiviya Kurdan a ev der ji min re ye, ew der ji te re ye tuneye. Pêdiviya Kurdan bi aştî û yekitiyê heye.’ Li gorî min peyama herî mezin jî eve.”

PROTOKOLA SALA 1982’YAN

Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan protokola 10 xalî ya ku di sala 1982’yan de bi bavê Nêçîrvan Barzanî Îdrîs Barzanî re hatiye îmzekirin bi bîr xistiye û gotiye ku li gorî protokolê divê êdî di navbera Kurdan de xwîn û şer pêk neyê û Serok got Hikûmeta Başûr, malbata Barzanî ya serokê hikûmetê, dîsa YNK ku piştgiriya hikûmetê dike û Celal Talebanî protokol qebûl kiriye. Silav ji van malbatan re şand. Serok ji hevalên Qendîlê re û malbatên Barzanî û Talebanî re jî got ku êdî rijandina xwînê ya di navbera Kurdan de nayê qebûlkirin û got gel jî em jî qebûl nakin. Serok got ku "Heke li holê kêmasiyek hebe divê ev bi diyalogê bê çareserkirin û aştî pêk bê. Rêya yekitiya di navbera Kurdan ji Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur derbas dibe." Serok, ev jî got, "Divê êdî Kurd li cihekî li hev bikin û pirsgirêkên di navbera xwe de bi diyalogê çareser bikin. Kesên ku vê bikin jî malbatên Barzanî û Talabanî û hevalên li Qendîlê ne. Hem hêviya gelê Kurd hem jî hêviya me nerêjandina xwînê ya navbera Kurdan e.”

‘DIVÊ LI HER ÇAR PARÇEYAN BIRÊXISTINBÛN MEZIN BIBE’

Mehmet Ocalan got Rojava jî di rojeva rêber Ocalan de bûye û têkildarî mijarê ev tişt ragihandin: Ji bo Rojava got, "Bi qasî ku ez dibihîzim rewşa Rojava ne baş e, ne jî xerab e." Serok got ku "Partî û saziyên li Rojava birêxistinbûna demokratîk mezin nekirine, pir biçûk mane. Wê bi van biçûkan tu pirsgirêk neyê çareserkirin, heta ku hêz çênebe wê çareserî bi pêş nekeve. Ji bo vê yekê divê birêxistinbûn hê bêtir bê kirin. Di heman demê de divê li her çar parçeyan jî birêxistinbûn bê mezinkirin. Di rewşeke birêxistinkirî û bi hêzbûnê de çareserî bi pêş bikeve."

Serok wiha berdewam kir: "Lê em nêzikbûna ‘bila dikan biçûk be lê ya min be’, qebûl nakin. Dikana biçûk ne ji bo Kurdan ne jî ji bo gelên din pêwîst nîn e. Divê dikan mezin be û her kes temsîliyeta xwe di wê dikanê de bibîne. Ev dikan ne ya netewe û mezhebekê ye, partiya me vê tu carî qebûl nake. Bi ser netewe û mezhebê re birêxistinbûn nabe. Ji bo yekitiya demokratîk, hûn bi ser partiyê re pêşveçûnê çêkin û mezin bikin wê ev ji bo we baş be’.”

Rêber Apo, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Li gorî texmînên min di nav van hêzan de hin kes rast li min nanêrin. Dibe ku baş nenêrin. Dinya alem dibîne ku ez 50 sal in çi dikim. Ez û hevalên li cem min, di hucreyên xwe de heta ji destê me tê em ji bo hevalên xwe tiştên baş dikin. Heke kesên rast li min nenêrin ev nayê qebûlkirin, ne raste. Ev ne rast e, nayê qebûlkirin. Her tişt li holê ye. Tiştekî ku bê veşartin tune ye. Li holê pirsgirêkeke mezin heye û divê her kes ji bo vê yeke bi awayekî rast bixebite. Li holê xwîneke ku tê rijandin heye, heke tu bibî hêz dikarî pêşî li vê xwînê bigirî. Ji ber wê yekê divê her kes li ser vê bingehê tê bikoşe û nêrîna wan ev be.”

Mehmet Ocalan, herî dawî ev tişt anî ziman: “Peyamên Serok ên di 3’yê Adarê de çi bin ên niha jî heman peyam in. Kesên ku ji Serok bawer dikin divê van peyaman berfirehtir bigirin dest û bikin meriyetê. Herî dawî Serok ji hevalên girtîgehê û malbatên ku bedel dane re silav şandin. Dîsa got ku kesên ku li min dipirsin û guhdar dikin, silavên min ji wan re bibêje.”