Rojeva rojnameyên erebî – 29 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî teqîna duh a li Efrînê rû da û hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina Til Rifetê, her wiha geşedanên li Lubnan û Iraqê nivîsîn.

Rojeva rojnameyên erebî – 29 Nîsan
29 nîsan, 2020   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ÊRIŞÊN LI EFRÎNÊ JI BO DAGIRKIRINA TIL RIFETÊ HINCETÊN TIRKIYÊ NE

Rojnameyên erebî yên îro der barê teqîna duh a li bajarê Efrînê de nivîsî: "Tirkiye û komên Sûriyê yên girêdayî wê, nikarin rewşa ewlehiyê li herêmên di bin destê wan de li bakurê Sûriyê kontrol bikin, bi taybet li Efrînê, li wî bajarê girêdayî parêzgeha Helebê êriş û teqîn zêde bûne.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Tirkiyê Yekîneyên Parastina Gel tawanber dike ku ew van çalakiyan dike li dijî leşkerên wê û hevkarên wê yên li Efrînê û dibêje ku ji Til Rifetê tên. Ev yek gumanan çêdike ku Tirkiye dixwaze li Til Rifetê operasyoneke leşkerî pêk bîne. Çavdêr dibêjin ku ev guman di cî de ne, bi taybet ku tê dîtin çawa çapemeniya Tirkiyê giranî dide herêmên Til Rifetê û behsa girîngiya kontrolkirina wê dike.”

Berê jî serokê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan piştî dagirkirina Efrînê sala 2019`an gef xwaribû ku Til Rifetê dagir bike.

Tirs heye ku Rûsya û Tirkiye der barê dagirkirina herêmê de li hev kiribin, piştî lihevhatina Idlibê ya meha adarê di navbera her du aliyan de.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu berê daxuyanî dabû û gotibû ku welatê wî û Rûsya hewl didin li dijî çekdarên biyanî yên li Idlibê xebateke hevbeş bikin.”

ŞERQ EL-EWSAT: "PROTESTOYÊN BIRÇÎBÛNÊ" HIKÛMETA DIYAB DORPÊÇ DIKIN

Der barê geşedanên li Lubnanê de rojnameyê nivîsî: "Protestoyên birçîbûnê ku li hin deverên Lubnanê rû dan, hikûmeta Hesan Diyab dorpêç dikin, qada xwepêşandanan berfireh bû, xwepêşandêran rê girtin û şaxên bankan li Beyrûdê û li bakur şewitandin, her wiha di navbera wan û artêşê de pevçûn rû dan. Ev dibe cihê metrsiyê ku rewşa ewlehiyê li welêt têk biçe.

Duh piştî cenazeyê ciwanê bi navê Fewaz El-Seman rakirin, li Terablusê  pevçûn rû dan, li bajêr arîşe çêbû, artêşê bombeyên gazê avêtin piştî ku xwepêşandêran şaxên bankan şewitandin, hinekan jî kevir avêtin leşkeran.

Duh êvarê li navenda Beyrûdê rewş aloz bû, xwepêşandêr li dijî têkçûna rewşa jiyanî, bêkarî û xizaniyê daketin kolanan. Serokê hikûmetê jî got "Êrişên li dijî malên giştî û artêşê li hin herêman, nîşan dide ku li paş perdeyê niyetên nebaş hene da ku aramî û ewlehiyê têk bibin.”

Duh êvarê wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bi rêya telefonê bi Diyab re axivî û got "Fransa piştgiriya programa reforman a hikûmetê dike û amade ye ku bi fona navdewletî alîkariya Lubnanê bike.” Her wiha diyar kir ku Fransa civîna koma navdewletî ya piştgiriya Lubnanê li dar bixe, piştî ku qedexeya derve ya ji bo nexweşiya koronayê bi dawî bibe.”

EL-BEYAN: EGER KAZIMÎ ERKA XWE BI CIH NEYNE DÊ PARLAMENTOYA IRAQÊ TÊK BIÇE

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Çavkaniyên siyasî yên Iraqê piştrast kir ku serok Berhem Salih kete ser xeta aloziyê, wekî aliyên navbeynkar da ku aliyên dijber nêzî hev bike. Her wiha Salih metirsiyên têkçûna hewldanên Kazimî anîn ziman, wekî çawa her du peywirdarên beriya wî têk çûn. Dîsa hişyarî da ku eger hikûmet neyê avakirin, dibe ku doza rawestandina parlemanê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext bike.

Çavdêrên siyasî ditirsin ku senaryoya Kazimî wekî ya El-Zurfî û Elawî be û dibe ku hin alî hene dixwazin hikûmeta nû neyê avakirin da hikûmeta niha ya Adil Ebdilmehdî bîne û rewşa Iraqê wekî xwe bimîne.”