Serpêhatiya kalemêrekî nexweş ku kurên wî dest jê berdaye

Felat Mihemed Xan (61) ji ber nexweşiya şekirê, kangren di lingê wî yê rastê de çêbûye û lingê wî hatiye qutkirin. Li gorî gotinên cîranan, piştî ku tevahiya zarokên wî çûne derveyî welêt, bi tenê ye û rêxistinên mirovî jî alîkariyê nadinê.

Serpêhatiya kalemêrekî nexweş ku kurên wî dest jê berdaye
29 nîsan, 2020   07:49
KOBANÊ-SAMIR OSMAN-UMER MIHEMED

Di demeke wiha awarte de ku tevahî cîhan ji ber Koronavîrusê di malên xwe de ye, Felat Mihemed ê 61 salî bi tena serê xwe de malekê de ye. Mihemed bavê du kuran e û her du kurên wî derketine derveyî welat û bavê xwe bi tenê hêlane. Mala Felat Mihemed li nêzî mizgefta taxa El-Cemarêk a Kobanê ye.

Mihemed Damircî cîranê Felat Mihemed dibêje: "Ji 4 mehan ve lingê wî birîn bû. Piştre kangren tê de belav bû. Ji ber ku nexweşiya şekir pê re bû. Me ew rakir nexweşxaneyê. Lê piştî 26 rojan ji ber ku kesek li cem wî nedima, ew ji nexweşxaneyê derxistin."

Damircî wiha domand: "Ez û birayê xwe jê re pere kom dikin ji bo ku derman, madeyên dezenfektekirinê bikirin. Lê kesek ji me re nabe alîkar. Ez xwedî malbat im û rewşa min a aborî ne baş e. Lê dîsa jî ez neçar im alîkariya wî bikim."

Bijîşkek ji Kobanê bê pere birîna wî derman kir, lê dîsa jî têrê nake. Felat Mihemed bi hewcedariya eleqedariya tenduristî ya yekser e. Her wiha hewcedariya wî bi xwarinê jî heye, ji ber ku tenduristiya wî her ku diçe xirabtir dibe.

Damircî dibêje: "Em diçin nexweşxaneyan ji bo ku jê re dermanan bînin. Lê ji me dixwazin em derman ji derve bikirin. Ez ji mala xwe xwarinê dibim jê re. Ji ber ku nexweşên şekir nikarin her xwarinê bixwin. Lewra ez xwarineke taybet jê re dipêjim."

Damircî bang li aliyên têkildar kir ku ji Mihemed re bê pere xizmeta tenduristiyê bikin. Ji ber ku rewşa wî ya madî ne baş e. Mihemed got: “Ez bihayê derman ji şêniyan kom dikim. Lê ez bi guman im ku bikarim her tim li cem wî bim."

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y1oAGi55krk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>