​​​​​​​Li herêma Dêrikê hilberîna genim biser ket, lê hilberîna baqulî zirar dît

Li herêma Dêrikê ji ber barîna barana bi giranî, hilberîna baqulî zirar dît. Barîna baranê bû sedema ku nexweşiya Askokîta di nav hilberînê de derkeve.

​​​​​​​Li herêma Dêrikê hilberîna genim biser ket, lê hilberîna baqulî zirar dît
​​​​​​​Li herêma Dêrikê hilberîna genim biser ket, lê hilberîna baqulî zirar dît
​​​​​​​Li herêma Dêrikê hilberîna genim biser ket, lê hilberîna baqulî zirar dît
​​​​​​​Li herêma Dêrikê hilberîna genim biser ket, lê hilberîna baqulî zirar dît
​​​​​​​Li herêma Dêrikê hilberîna genim biser ket, lê hilberîna baqulî zirar dît
28 nîsan, 2020   08:18
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH-NECBÎR OSMAN

Li herêma Dêrikê  di vê mewsimê de hilberîna genim di pileya yekemîn de ye, piştre kizberê ji ber ku nexweşî tê de nîn in. Lê hilberîna nok ji ber ku baran bi giranî barî, kokên wê kufik bûn.

Rûbera ku bi genim di vê mewsimê de hatiye çandin gihaşt 35 hezar hiktar. Piştre kizbere di pileya duyemîn de û bi rûbera 10 hezar hiktar hate çandin. Paşê nok bi rûbera 5 hezar hiktaran.

Li gorî endezyarên çandiniyê ruxmî kêmbûna miqdarên semadê û pirbûna asta barîna baranê, heta niha tu nexweşî di nav hilberîna genim de ji bilî kurmika Sûne dernektiye.

Ji bo hilberîna baqulî, bi taybet hilberîna nok, ew ji ber barîna baranê bi giranî li gundên Baravê yên girêdayî herêma Dêrikê bi awayekî mezin zirar dîtine. Kokên wê kufkî bûne û nexweşiya askokîta di nav de belav bûye.

Ev nexweşî di qonaxa mezinbûna baqulî de xeter e. Zirarên ji ber nexweşiyê çêdibin, girêdayî sê hîman in; şertên hewayê, harbûna nexweşiyê û asta vegirtina cureya baqulî nexweşiyê.

Endezyarê çandiniyê yê ku di Saziya Çandinî û Sewlkariyê de dixebite Selah Hemze diyar kir ku ev mewsim baş e û got: "Em hewl didin pirsgirêka kurmika sûne bi derfetên xwe çareser bikin. derman bireşînin ji bo ku tune bikin."

Hemze bang li tevahiya cotkaran ên xwedî dîraktor kir ku alîkariya wan bikin da ku van nexweşiyan tune bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/N-GaNafQEW8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>