Li kampa Holê madeyên çêkirina molotofan hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê madeyên zû pê dikevin ku ji bo çêkirina molotofan tên bikaranîn mîna benzîn û spîrtoyê li kampa Holê di bin axê de dîtin ku jinên DAIŞ’î ji bo şewitandina konan û hedefgirtina nuqteyên nobetdariyê bi kar tînin.

Li kampa Holê madeyên çêkirina molotofan hatin girtin
28 nîsan, 2020   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kampa Holê ji şeva berê ve tevgereke zêde ya ewlehiyê heye. Tevgera ewlehiyê ji bo keşf û lêpirsîna li beşa taybet a malbatên çeteyên DAIŞ’î yên sûrî, iraqî û biyanî ye.

Tevgera ewlehiyê piştî agahiyên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re yên têkildarî amadekirina alavên ji bo şewitandina gelek konên li kampê û hedefgirtina nuqteyên nobetdariya kampê bi molotofan bi destê jinên DAIŞ’î, pêk hat.

Berpirsên hêzên ewlehiyê yên li kampa Holê diyar kir ku hêzên wan di dema keşfê de madeyên zû pê dikevin mîna benzîn û spîrtoya bijîşkî girtin. Ew made di beşa malbatên penaberên biyanî de û di bin axê de hatin dîtin.

Çalakiyên keşfê piştî agahiyên der barê hin şûşeyên molotofê de ku li kampê hatine veşartin ku jinên DAIŞ’î amade kirine, pêk hat.

Heman çavkaniyan ji ANHA’yê re da zanîn ku hêzên ewlekariyê komeke gumanbar ku dibe ew berpirsê komkirin û depokirina madeyên şewatê û êrişên berê be, girt. Her wiha lêpirsîna bi wê komê re hê jî dewam dike.

Di kampa Holê de di van demên dawîn de gelek tevger û bûyerên rêxistina jinên çeteyan di hundirê kampê de rû didin. Her wiha jinan “dadgeha şerî”, perwerdeyên fikrî yên zarok, komên "El-Hisbe" ku erka wan perwerdekirina zarokan li ser fikrên DAIŞ’ê ye, lêpirsîn û dadgehkirina niştecihên li kampa Holê ji jin û zarokan ku fikra DAIŞ’ê binpê dikin, ava kirin.

Berpirsa hêzên ewlekariya kampa Holê Eylol Zirgar piştrast kiribû ku bilindbûna rêjeya sûcên li kampa Holê pêşbîniyên xetereya ku mayîna malbatên çeteyan li kampan, pêk tînin. Her wiha dewletên pêwendîdar bi awayekî cidî da ku çareyên rastîn bibînin, tev nagerin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên wê jî di serdarên xwe yên li derve de dosyaya girtiyên DAIŞ’î û malbatên wan nîqaş kir, her wiha ew dosya bi hewldana avakirina dadgeheke navneteweyî ya darizandina girtiyên DAIŞ’î û malbatên wan li herêmê yan birina dewletên welatiyên xwe hat nîqaşkirin da ku çareyê ji vê dosyayê re bibînin.

Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xeternaktirîn kampên li cîhanê ye, ji ber ku zêdetirî 40 hezar çeteyên DAIŞ’î ji welatên Sûriye, Iraq û biyaniyên ji tevahî cîhanê tê de hene.

Her wiha di kampê de zêdetirî 26 hezar koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê yên berê xwe di dawiya 2015’an de daye herêmên Rêveberiya Xweser jî, lê hene.

(fr)

ANHA