Hewl didin bi rêya karekî hevbeş prosesa perwerdeyê bi ser xînin

Piraniya malbatên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin ji bo ku prosesa perwerdeyê ya ku piştî belavbûna Koronavîrusê li cîhanê derbasî qonaxeke nû bû, bi ser bixin. Şert û mercên guncew ji zarokên xwe re peyda dikin, wan hîn dikin û peywendiyê bi xebatkarên perwerdeyê re ava dikin.

Hewl didin bi rêya karekî hevbeş prosesa perwerdeyê bi ser xînin
Hewl didin bi rêya karekî hevbeş prosesa perwerdeyê bi ser xînin
Hewl didin bi rêya karekî hevbeş prosesa perwerdeyê bi ser xînin
Hewl didin bi rêya karekî hevbeş prosesa perwerdeyê bi ser xînin
Hewl didin bi rêya karekî hevbeş prosesa perwerdeyê bi ser xînin
Hewl didin bi rêya karekî hevbeş prosesa perwerdeyê bi ser xînin
28 nîsan, 2020   07:40
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Piştî belavbûna Koronavîrusê li piraniya dewletên cîhanê û Rojhilata Navîn, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi girtina tedbîrên hişyariyê kir. Yek ji wan tedbîran jî girtina dibistanan bû. Dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 14`ê Adarê de hatin girtin.

Rêveberiya Xweser biryar da ku prosesa perwerdeyê ji dûr ve bi rêya weşana waneyan bi rêya televizyon û maplerên toreya civakî berdewam bike. Di 16`ê Nîsanê de amadekariyên vê biryarê temam bûn. Mîna, amadekirina waneyan bi awayekî dîtber ji bo ku bi awayekî fermî bi her du zimanên Kurdî û Erebî, bi rêya kanalên Minbic û Rojava TV biweşîne.

Ruxmî ku ev tecrube ya yekemîn e lê xwendekar û malbatên wan jê kêfxweş bûn. Malbat jî bi rola xwe radibin û desteka pêwîst ji zarokên re pêşkêş dikin. Bi zarokên xwe re waneyan di dema weşanan de dişopînin.

Hesîne Silêman Ereb ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye û xwendekarê refa çar a seretayî ye. Tevî bira û xwişka xwe waneyên ku bi rêya Rojava TV têne weşandin dişopîne. Ger tiştek ji waneyê fêm nekir yan jî kehrebe qut bû, bi rêya YOUTUBE carek din lê temaşe dike.

Henaa Xelîl dayîka Hesîne diyar kir ku ew şertûmercên xwendinê di mal de û bi rêya televizyonê ji zarokên xwe re peyda dike. Ger pirsgirêkek hebe alîkariya wan dike û bi rêya odeyên têghiştina civakî bi kadroya perwerdeyên re dikeve nav têkiliyan û wê mijarê çareser dike.

Hesîne diyar kir ku wê bêriya dibistanê kiriye, lê ew baş ketiye ferqê ku mayîna di mal de ji bo parastina wê û malbatê ji pandemiyê ye. Hesîne got: “Bi vî awayî em xwe diparêzin û em ê xwendina xwe berdewam bikin. Em bang li tevahiya xwendekaran dikin ku hindarî û spartekên xwe bişopînin û di mal de bimînin."

Dayîka Hesîne Henaa Xelîl got: “Têgihiştina zarokên min bi waneyên dîtber re baş e. Ger zarok mijarek fêm nekin ez carek din ji wan re şîrove dikim. Di dema weşana waneyan de ez hewl didim atmosferek guncew ji wan re peyda bikim."

Kanala Rojava TV rojane li gorî vê bernameyê waneyan diweşîne: Saet 08:00`an heya 12:00`an. Saet 14:00`an heya 15:00`an. Saet 16:00`an heya 17:00`an. Dema her waneyekê 20 deqe ne. Waneyan carek din di saetên 20:00 heya 00:00`an de diweşîne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ikt8g9lxd_Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>