Stêrk TV di 1’ê Gulanê de satalayta xwe diguherîne!

Di vê serdema teknek û teknolojiyê de her roj guhertinên ber bi pêşketinê ve çêdibin. Di warê deng û dîmen de qalîte bi van pêşketinan re zêde dibe. Wê Stêrk Tv jî ji bo weşaneke deng û dîmenên baştir satalayta xwe biguherîne.

Stêrk TV di 1’ê Gulanê de satalayta xwe diguherîne!
28 nîsan, 2020   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo kalîteya deng û dîmenên Stêrk TV baştir bibe, ji 1'ê Gulanê û şûnde wê di weşana peykê ya Stêrkê de guhertinek çêbe.  Stêrk TV heta niha li ser DVB-S bû, wê ji roja 1'ê Gulanê û pê ve li ser DVB-S2 weşanê bike.

Ji bo hûn jî bikaribin vê guhertinê çêbikin divê hûn di menûya satalayta xwe de hindek guhertinan çêbikin. Destpêkê bi kumandayê bikevin; menuya televîzyona xwe û bikevin beşa satalaytê. Bi awayekî manuel bên ser eyarên Stêrk TV’ê. Piştre di heman rûpelê de bêyî ku hûn bi agahiyên wê bilîzin, bi tenê eyara DVB-S biguherînin û bikin DVB-S2. Piştî ku we ev yek kir eyarê qeyd bikin. Piştî ku we ev gav hemû bi cih anîn, hûnê bikaribin televîzyona xwe ango Stêrkê bi deng û dîmenên baştir temaşe bikin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jFoCD3ee2HI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>