Di nexweşxaneya Gel a Dêrikê de beşeke taybet ji bo nexweşên Koronavîrusê tê amadekirin

Gerînendeya Tenduristiyê ya Dêrikê beşeke taybet ji bo pêşwazîkirina nexweşên Koronavîrusê di nexweşxaneya Gel de li Dêrikê amade dike.

Di nexweşxaneya Gel a Dêrikê de beşeke taybet ji bo nexweşên Koronavîrusê tê amadekirin
Di nexweşxaneya Gel a Dêrikê de beşeke taybet ji bo nexweşên Koronavîrusê tê amadekirin
Di nexweşxaneya Gel a Dêrikê de beşeke taybet ji bo nexweşên Koronavîrusê tê amadekirin
Di nexweşxaneya Gel a Dêrikê de beşeke taybet ji bo nexweşên Koronavîrusê tê amadekirin
Di nexweşxaneya Gel a Dêrikê de beşeke taybet ji bo nexweşên Koronavîrusê tê amadekirin
Di nexweşxaneya Gel a Dêrikê de beşeke taybet ji bo nexweşên Koronavîrusê tê amadekirin
Di nexweşxaneya Gel a Dêrikê de beşeke taybet ji bo nexweşên Koronavîrusê tê amadekirin
Di nexweşxaneya Gel a Dêrikê de beşeke taybet ji bo nexweşên Koronavîrusê tê amadekirin
28 nîsan, 2020   05:01
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH-NECBÎR OSMAN

Gerînendeya Tenduristiyê ya Dêrikê bi hevkariya rêxistina UPP ya Îtalî dest bi amadekirina beşek taybet ji bo pêşwazîkirina nexweşên Koronavrîusê ger li herêmê çêbûn, kir.

Beşa eleqedariya taybet a ku ji xizmetê derketiye, beşa îyadatên derve di nexweşxaneya Gelê de ji beşek taybet re ji bo pêşwazîkirina nexweşên Koronavîrusê hatin veguhertin.

Ger nexweş çêbûn, wê di nexweşxaneya Gel de bêne pêşwazî kirin. di nexweşxaneyê de niha 40 nivîn hene.

Tê payîn beşa nû di 15 rojan de amade bibe.

Li rex wê jî beşek din ji bo nexweşên din di nexweşxaneyê de heye. Tê de 24 nivîn hene. Ji bo nexweşên rewşa wan giran bibe beşek hatiye diyarkirin tê de 5 nivîn hene. Beşa sêyemîn jî beşa oksîjenê ye(bêhnvedana çêkirî) tê de 6 nivîn hene.

Piştî bidawîbûna xebatên sererastkirinê, wê beşa oksîjenê ji nexweşxaneyê bê qutkirin.

Endama rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya kantona Qamişlo Rûcîn Ehmed ji ANHA’yê re got: “Gerînendeya Tenduristiyê ya Dêrikê di beşa îyadetên derve de du nuqte diyar kirine. Yek zer ji bo kadroya tenduristiyê; ew jî ji bo dezenfektekirinê û lixwekirina cilên taybet ji bo ku derbasî nuqteya sor bibin e. Nuqteya sor ji bo nexweşên Koronavîrusê hatiye diyarkirin.”

Rûcîn gotinên xwe domand û diyar kir ku xebatên sererastkirinê wê di 2 hefteyan de bidawî bibin. Piştî wê nexweşxane dê bikeve xizmetê û nexweşan ji tevahiya bajarên kantona Qamişlo ger hebin pêşwazî bike.

(şx)

ANHA