Helwestên der barê rêveberiya xweser a Yemenê de

Li Yemenê di demên dawî de pêşketinên berbiçav çêbûn. Meclisa Demkî ya başûr sîsetema xwe ya rêveberiya xweser ragihand. Vê yekê helwestên dijber û piştgirî derxist holê.

Helwestên der barê rêveberiya xweser a Yemenê de
Helwestên der barê rêveberiya xweser a Yemenê de
28 nîsan, 2020   06:05
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

Serokê Meclisa Demkî ya başûrê Yemenê general Eydrûs El-Zubeydî piştî civîneke awarte li gel Desteya Serokî ya Meclisa Demkî ya Başûr, êvara Şemiyê rewşa awarte li Eden û gelemperiya parêzgerên başûr û "Rêveberiya Xweser a Başûr" ragihand.

El-Zubeydî di daxuyaniyê de diyar kir ku ev biryar encamên "Bedewama serhişkiya hikûmeta yekemîn di erkên xwe de û berhem û milkên gelê me di çalakiyên gendeliyê de bi kar tînin. Her wiha vediguhêzên hesabên fasidan ên li derve. Her wiha pêkanîna lihevkirina Riyadê direve, li hemberî vê yekê birayên me yên di Koalîsyona Erebî de bêdeng e ku tu buhane jê re tîne. Armanc ji van hemûyan şoreş û doza ma ya netewî ya adil têk bibe."

Hikûmeta Yemenê ya ku Koalîsyona Erebî desteka wê dike bersiv da û got: “Ragihandina Meclisa Demkî ya Rêveberiya Xweser a Başûr, hemû kedên bi mehane hatin dayîn ên yên ji bo pêkanîna lihevkirina Riyadê û çareserkirina encamên "Isyana çekdarî" ya ku di destpêka Tebaxa sala borî de hate îmzekirin, binpê dike.”

Hikûmeta Yemenê her wiha got: "Ragihandina Meclisa Demkî ya başûr îsyaneke diyar e li dijî hikûmeta rewa ye û derbeyeke li dijî lihevkirina Riyadê ye. Di heman demê de berdewama îsyana çekdar ya Tebaxa 2019‘an a li dijî dewletê ye. Dîsa hewla reva ji encamên binkeftinê û nepêşkêşkirina tiştekî ji welatiyên Edenê re yên ku di ava agirê aloziyê de ye. Piştî ku li vir hemû saziyên xizmetguzariyê yên dewletê ji xizmetê derketin.”

Hikûmeta Yemenê bang li endamên Koalîsyonê ya bi serkişiya Erebistana Siûdî kir ku  "Berpirsyariyên xwe yên dîrokî li hemberî yekitî û selametiya xaka komara Yemenê bi cih bînin û destekê bidin hikûmet û gelê Yemenê li hemberî her plan û projeyeke wêranker.”

Koalîsyona Erebî  jî roja Duşmenê girîngiya vegera Yemenê li rewşa berê ya beriya ragihandina rewşa awarte li başûr kir û xwest hemû çalakî an tevgereke aloz were rawestandin. Her wiha bang kir û got: “Divê demildest lihevkirinek bê kirin. Divê berjewendiyên gelê Yemenê li ser her tiştî bên girtin. Divê dewlet bizivire, derbe bi dawî bibe û bersiv bê dayîna rêxistinên terrorist.”

Koalîsyonê got: "Em ê piştgiriya xwe bi hikumeta rewa ya Yemenê bidomînin. Em ê  lihevkirina Riyadê pêk bînin , di nav de avakirina hikumeta siyasî ku li gorî wê hikûmeta xebatê xwe li paytexta demkî Edenê da ku li hemberî rageşiyên aborî, geşkirin, metirsiyên belavbûna Koronayê bibin bersiv û xizmeta gelê Yemenê bikin."

PLANEK BIZANABÛN

Li ser wê asta nakokiyê di navbera aliyên Yemenê zêde bû.  Girêdayî wê şîrovekarê siyasî yê ji Yemenê Ebdulrehman Yihya El-Qosî ji ANHA’yê re axivî û got: “Ragihandina qaşo meclisa demkî ya komara Yemenê; encamê bangawaziyên parçebûnê, yên ku destekek herêmî û navneteweyî ne yekser werdigirtn. Azara gelê Yemenê bi kar anîn bi taybet di parêzegehên başûr û rojhilat de. Ajandeyên xwe yên ku li ser ritma xewna cuda di hişê hinekan de didin çandin.

Girtekên ku bi rewa têne binavkirin, durûyî ne û ne paratîk in. Hikumet nikare biryar bide û însiyatîfê pêşkêş bike. Yanî kiryarên meclisa demkî di çarçoveya planek bizanabûn de tê ji bo ku xwe wek nûnerê hinek parêzgehên başûrê komara Yemenê bide nîşandan. Ji komek bûyer û lihevkirinên ne rewa û peymanên qanûnî ragihandina dewletek ji komarê cuda bidest dixe. Ew jî dikevin parêzgehên xwedî girîngiya jeosiyasî li ser tengava Bab El-Mindeb, deryaya Ereb, deryaya Eden, okyanosa Hadî û parêzgehên ku hilberînên wê yên binerd petrol û mehden hene.”

REFTARIYÊN MECLISA BAŞÛR DI ÇARÇOVEYA BERPIRSYARIYÊN XWE YÊN EXLAQÎ Û NETEWÎ DE NE

Nêrîna akademîsyenê ji başûrê Yemenê Dr. Hisên Leqûr Bin Îdan ji ya El-Qosî cudatir bû. Bin Îdan got: “Bûyerên ku li Edenê paytexta başûr û herêmên rizgarî rû dane, bi giştî  encamên wêranekirinek bi zanabûn e. Jiyana welatiyan ji tevahiya aliyan ve dijwar kirin. Bin Îdan bal kişand ser ku ji ber vê meclisa demkî ya başûr li hember ev reftariya wêrankirî ya hikumeta Yemenê ya mişextkirî  sekinî. Rewşa awarte ragihand û ew herêm  xwe bi xwe hatin birêvebirin da ku pêdiviyên welatiyan ên rojane û xizmetguzarî werin peydakirin.

Bin Îdan di axaftina xwe de got: "Helwestên meclia Başûr di çarçoveya berpirsyariyên xwe yên exlaqî, netewî û siyasî de ne. Piştî ku hikumeta Yemenê ya mişextbûyî dev ji rola xwe berda, li derveyî welêt ma û bi lidarxistina boneyên malbatî ve mijul bû."

(şx)

ANHA