‘Yekitî dê hebûna Kurdan biparêz e‘

Endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê Kurdyar Direyî bal kişand ser hesasiyeta pêvajoya ku gelê Kurd tê re derbas dibe û got: “Yekîtî dê hebûna gelê Kurd biparêz e.”

‘Yekitî dê hebûna Kurdan biparêz e‘
28 nîsan, 2020   04:20
QAMIŞLO – BASIL REŞÎD – ŞEYMA ELÎ

Li herêma Zînî Wertê ya li başûrê Kurdistanê aloziyeke rû dide, ev alozî piştî ku PDK’ê hêzên xwe li vê herêmê bi cih kirine destpê kir. Çavdêr dibînin ku heger ev alozî dewam bike dê bibe destpêka parçebûna Kurdan û dê di encamê de destkeftiyên gelê Kurd ên li herêmê werin têk birin. Ji ber ku şandina hêzên PDK’ê, ji bo pêkanîna planên Tirkiyê yên ku dijberiya Kurdan dikin, e.

Endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdyar Direyî axivî û got: “Kurd dabeşî çar perçeyan hate kirin. Ev perçebûn encamên komplo û lihevkirinên mêtingeran ên bi armanca tunekirina nasnameya gelê Kurd e.”

Kurdyar Direyî diyar kir ku aloziya niha li Zînî Wertê rû dide tiştekî ne nû ye û wiha domand: "Beriya wê me şerekî Kurdî-Kurdî di navbera herdu partiyên sereke yên li başûrê Kurdistanê de, (Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanî) dît. Di vî şerî de bi hezaran Kurd bûn qurbanî û bi hezaran şehîd bûn.”

‘TIRKIYE SIYASETA XWE LI SER ŞERÊ DI NAVBERA KURDAN DE DIMEŞÎNE’

Direyî anî ziman ku dewletên dagirkerên Kurdistanê rastiya nakokiyên Kurdan dizanîn, ku piraniya wan nakokiyên eşîrtî, malbatî, her wiha partiyetî ne û got: “Mêtingeriya Tirk siyaset û siberoja xwe li ser van nakokiyên zihniyetî, desthilatî û malbatî yên li başûrê Kurdistanê ava dike.”

Kurdyar Direyî bi domdarî got:   "Dewleta Tirk a dagirker piştî ku di pêkanîna armancên xwe de bi bin ket hewl dide Kurdan li dijî hev derxîne. Em dizanaîn ku faşîzma Tirk gelek caran hewl da herêma Zînî Wertê dagir bike, ji ber ku herêmeke stratejîk e dikeve navbera Hewlêr û Silêmanî de. Bi berxwedana şervanên Hêzên Parastina Gel li herêmê di çarçoveya mafê parastina rewa de hewldanên Tirkiyê bi ser neketin. Mixabin partiyên başûrê Kurdistanê rastiya komployên li dijî gelê Kurd tênegihiştine."

‘ARMANCA TIRKIYÊ KURDAN Û DESTKEFTIYÊN WAN TÊK BIBE‘

Endamê Desteya Rêveber ê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike bi rêya êrişên xwe yên raste rast an jî bi rêya derxistina nakokiyan Kurdan li dijî hev derxîne û wiha domand: "Armanca şandina hêzên pêşmergeyan ji bo Zînî Wertê derxistina şerekî Kurdî-Kurdî ye û têkbirina Tevgera Rizgariya Kurdistanî ye. Her wiha Tirkiye hewl dide bi hevkariya dewletên din ên dagirkerên Kurdistanê destkeftiyên gelê Kurd û tecrûbeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe."

‘PÊŞEROJA LI PÊŞIYA ME PÊŞEROJA YEKÎTÎ YE‘

Direyî bal kişand ser hesasiyeta pêvajoya ku Kurd tê re derbas dibin û ev tişt anî ziman: "Pêwîstiya pêvajoyê bi yekrêziya Kurdî û têkoşîna li hemberî komployên faşîmza Tirk e. Pêşeroja li pêşiya me pêşeroja yekitî û biratiyê ye, heger ne wisa be wê hebûna Kurdan di dîroka bê tunebe û pêşerojekî ronî tunebe."

Direyî bûyerên ku li başûrê Kurdistanê rû didin bi vê hevokê bi nav kir: " Her mirov bihêle gur birayê wî bixwin. Wê ew jî bi guran şîrîn bibe" û diyar kir ku faşîzma Tirk hewl dide hêzên Kurdistanî tevî refax we bike. Direyî got, divê hêzên Kurdî rastiya vê yekê nas bikin ku ximzeta doza Kurdî nake.

 Direyî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heger Tevgera Rizgariya Kurdistanê were têkbirin wê hêzên din jî bikevin dewrê. Tirkiyê beriya niha eşkere kiribû ku dê rê nede çirava îna ya li bakurê Iraqê (başûrê Kurdistanê) li Rojava dûbare bibe. Armanca Tirkiyê û dewletên dagirker diyar e, ne tenê partî yan jî tevgereke diyar, dixwazin tevahî Kurdan tune bikin."

ANHA