​​​​​​​Bangên ji bo eşkerekirina rewşa tenduristiya Rêber Ocalan

Hunermend Bêkes Darî  bang li rêxistinên navnetewî, di serî de rêxistina Mafên Mirovan kir ku helwesta xwe li beramberî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ku di demek li girtîgehên Tirkiyê Korona belav bûye, diyar bikin.

​​​​​​​Bangên ji bo eşkerekirina rewşa tenduristiya Rêber Ocalan
28 nîsan, 2020   04:30
QAMIŞLO – LÎLAV ABDULLAH – BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker ev 9 sale tecrîdek giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Bi taybet di dema belavbûna Koronavîrûsê de metirsiya li ser rewşa tenduristiya Rêber Ocalan zêde bûye. 

Piştî Koronavîrus derket, gelek dewletên cîhanê tedbîr girtin û girtî berdan an jî tedbîrên cidî girtin.

Tirkiyê jî li hemberî Koronayê kesên ku zarok tecawiz kirine, dizî û qetil kirine berdan. Lê bi deh hezaran girtiyên siyasî û rojnameger di girtîgehan de, bi mirinê re rû bi rû hêlan

Tevî bangên navnetewî derbarê girîngiya serbestberdana girtiyan, lê dewleta Tirk a dagirker tu gav di vî alî de ne avêt, berovajî tecrîd li ser Rêber Ocalan girantir kir û nahêle malbat û parêzer rewşa Rêbertî fêr bibin. Ev yek ji aliyê buroya sedsalê ya mafî bi rêya raporekê hat pişterastkirin. Di raporê de îşaret bi xeteriya mezin a li ser tenduristiya  Rêber Ocalan hat kirin û bang li komîteya dijî tundiyê kir ku erka xwe pêk bîne.

‘PIŞTÎ BELAVBÛNA KORONAVÎRUSÊ, DEWLETA TIRK TECRÎDA LI SER RÊBER OCALAN GIRANTIR KIR’

Endamê Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Huner Bêkes Darî got: “Dewleta Tirk di dema belavbûna Koronavîrûsê de tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir kiriye. Derfet nade parêzer û malbata wî hevdîtinê bi wî re pêk bînin. Derfet nade ku rewşa tenduristiya Rêbertî bi telefonê jî bizanin.”

Bêkes Darî diyar kir ku Rêber Ocalan projeya netewa demokratîk pêşniyar kir û wiha axivî: “Di pergala netewa demokratîk de her pêkhate li ser çand, ziman û mafê xwe dijî. Lê belê Tirkiye her tim dibêje yek al û yek netew. Ji ber wê jî tecrîdê li ser Rêber Ocalan ferz dike, êrişî pêkhate û netewên din dike û hewl dide nasname û çanda wan tine bike."

Bêkes Darî bang li rêxistinên navnetewî kir, di serî de Rêxistina Mafên Mirovan ku helwesta xwe li beramberî tecrîdkirina ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve li ser Rêber Ocalan tê meşandin diyar bike. Her wiha banga rakirina tecrîdê û serbest berdana wî kir.

Li gorî agahiyên ji girtîgehên Tirkiyê hatine girtn, hejmareke ji girtiyan ji ber Koronavîrus jiyana xwe ji dest dane û bi sedan nexweş jî hene.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/81HeoAchzqI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>