ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-04-2020
28 nîsan, 2020   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Endamê Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Huner bang li rêxistinên navnetewî, di serî de rêxistina Mafên Mirovan kir ku helwesta xwe li beramberî tecrîdkirina ku ji aliyê dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan di dema belavbûna Koronavîrus li Tirkiyê de, diyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Desteya Rêveber a Yektitiya Rewşenbîrên Cizîrê Kurdyar Direyî bal kişand ser hesasiyeta pêvajoya ku gelê Kurd tê re derbas dibe û got, yekitî dê hebûna gelê Kurd biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di çend mehên dawîn de cîhan bi Koronavîrusê mijul bûye û cihê xwe di lûtkeya bûyerên ku li cîhanê rû didin de. Bê guman qurbaniyên vê pandemiyê di pêşiya wan bûyeran de bûn. Lê ji aliyekî din ve belavbûna vîrusê bi awayekî erênî bandor li xwezayê kir û hişt ku nefeseke kur bistîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li Yemenê di demên dawî de pêşketinên ber bi çav çêbûn. Meclisa Demkî ya başûrê sîsetema xwe ya rêveberiya xweser ragihand. Ev yek helwestên cûda di navbera piştgirî û redkirin derxist holê. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Gerîndendeya Tenduristiyê ya Dêrikê di nexweşxaneya Gel de beşek taybet ji bo kesên gumana Koronavîrusê li ser wan hebe amade dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piraniya malbat hewl didin tevahiya hêsanan pêşkêş bikin ji bo ku prosesa perwerdeyê ya ku piştî belavbûna Koronavîrusê li cîhanê derbasî qonaxek nû bû, bi ser bixin. Şertûmercên guncew ji zarokên xwe re peyda dikin, wan hîn dikin û peywendiyê bi kadroya perwerdeyê re ava dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêma Dêrikê ji ber barîna baranê bi giranî, hilberîna baqulî zirar dît. Barîna baranê bû sedema ku nexweşiya Askokîta di nav hilberînê de derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA