Li ser sînorê Sûriye-Iraqê operasyoneke leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ`ê

Piştî ku êrişên çeteyên DAIŞ`ê zêde bûn, îro Heşdî Şabî bi hevkariya artêşa Iraqê û parêzvanên sînor ji bo paqijkirina çolistana Ekaşat a li ser sînorê Sûriye-Iraqê, operasyoneke leşkerî da destpêkirin.

Li ser sînorê Sûriye-Iraqê operasyoneke leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ`ê
27 nîsan, 2020   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Heşdî Şabî bi daxuaniyekê wiha da zanîn: "Hêzên Heşd Şabî, artêşa Iraq û parêzvanên sînor ji bo paqijkirina çolistana Ekaşat ber a li ser sînorên Sûriye-Iraqê dest bi operasyoneke leşkerî kir. Operasyon piştî bidestxistina agahiyên der barê aktîfbûna şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên piştî çolistanê, hat destpêkirin. Operasyon bi koordîneya bi artêşa Iraqê û parêzvanên sînor re bi rê ve diçe û herêmên neewle hedef digire. Dê ew herêm bên ewlekirin."

Her wiha hat diyarkirin ku lîwayên 18, 17, 19, 13 yên girêdayî operasyonên Heşdî Şabî li Enbarê û gerînendetiyên girêdayî Desteya Heşdî Şabî jî, beşdarî operasyonê bûne.

Di demên dawîn de şaneyên çeteyên DAIŞ`ê operasyonên xwe li Iraqê zêde kirin. Ya herî dawî, li gorî şaneya ragihandina ewlehiyê şeva din çeteyan êrişî gundekî navçeya El-Welîd a parêzgeha Enbarê kir û kesek revand. 

Her wiha piştrast kir ku hêzeke ewlehiyê ya girêdayî Lîwaya 4`an a Furqeya Yekemîn, operasyonek da destpêkirin û bi çeteyên DAIŞ`ê re ket pevçûnê. Di pevçûnê de çeteyek hat kuştin û gelek çeteyên din jî birîndar bûn.

Hêzên ewlehiyê berê jî li dijî çeteyên DAIŞ`ê operasyonên leşkerî dabûn destpêkirin. Di 2`yê Adarê de hemleyek hat ragihandin û bi ya herî mezin ji dema têkbirina DAIŞ`ê di 2017`an de li Iraqê, hat binavkirin.

(cx)

ANHA