PYD: Ji bo serxistina însyatîfa rekrêziya Kurdî, çi bê xwestin em amade ne pêk bînin

PYD‘ê têkikdarî însyatîfa yekitiya Kurdî de got: "Şoreşa Rojava derfeteke dîrokî ye, divê em vê derfetê winda nekin. Divê em yekitiya xwe xurt bikin û planên dijminên xwe têk bibin."

PYD: Ji bo serxistina însyatîfa rekrêziya Kurdî,  çi bê xwestin em amade ne pêk bînin
PYD: Ji bo serxistina însyatîfa rekrêziya Kurdî,  çi bê xwestin em amade ne pêk bînin
PYD: Ji bo serxistina însyatîfa rekrêziya Kurdî,  çi bê xwestin em amade ne pêk bînin
26 nîsan, 2020   14:19
QAMIŞLO

Parêzer, bijîşk û mamosteyên herêma Firatê derbarê yekitiya Kurdî de însyatîfeke nû dane destpêkirin. Armanc ji vê însyatîfê ew e ku fişar li partiyên siyasî yên Kurdî were kirin da ku bi lez banga fermandarê QSD‘ê Mezlûm Ebdî ya yekkirina helwesta tevgera siyasî ya Kurdî  bi cih bînin.

Di vê çarçoveyê de şandeya herêma Firatê bi partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re civiya.

Şandeyê destpê serdana buroya ENKS‘ê ya, piştre buroya PYD‘ê yên li bajarê Qamişlo yê kir. Di hevdîtinê de girîngiya yekrêziya Kurdî hate nîqaşkirin. Helwesta herdu aliyan ji ragihandinê girtî re hate guhdarkirin.

Piştî bidawîbûna hevdîtinê, şandeyê kongreyeke çapemeniyê li buroya PYD‘ê li dar xist.

Endamê şanseyê Bextiyar Hisên anî ziman ku helwesta ENKS erênî bû.

Berdevka PYD‘ê Sema Begdaş jî gava şandeya herêma Firatê bi gaveke pîroz nirxand û got: "Ji bo serxistin û xurkirina vê însyatîfê û hemû însyatîfên bi armanca yekitiya Kurdî em amade ne çi bikeve ser milê me pêk bînin."

Sema Begdaş bi domdarî got: "Di dîrokê de li hemberî gelê Kurd gelek komkujî hatin kirin, ji ber ku Kurd li hemberî dijim ne yek bûn. Lê îro em di şoreşa Rojava de derfeteke dîrokî dibînin, divê em vê derfetê winda nekin, divê hem yekitiya xwe xurt bikin û planên dijmin têk bibin."

ANHA