Li Tirkiyê bîlançoya Covid-19 giran dibe: 2805 kes mirine

Li Tirkiyê bîlançoya Koronavîrusê her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên dawî heta  niha 2 hezar û 805 kes mirine.

Li Tirkiyê bîlançoya Covid-19 giran dibe: 2805 kes mirine
26 nîsan, 2020   18:17
NAVENDA NÛÇEAYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawîn ên Koronavîrusê (Covid-19) parve kir.

Li gorî parvekirinê, di 24 saetên dawîn de 99 kes ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 357 kes jî bi vîrusê ketine.

Bi vê yekê hejmara miriyên koronavîruê derket 2 hezar û 805 kesan û hejmara weqayên vîrusê jî derket 110 hezar û 130 kesî.