Tîmeke pîşeyî ya Hesekê alava nefesê çêkir

Di demeke ku cîhan pêk ve ji bo çêkirina alavên nefesê û parastina jiyana sivîlan ji Koronavîrusê di hevrikiyê de ye, tîma pîşeyî ya Hesekê alava nefesêek çêkir û ji dûr ve kontrol dikin. Alava nefesê xwedan gelek taybetmendiyan e û dewletên navneteweyî ji bo naskirina tecrûbeyê di nava peywendiyan de ne.

Tîmeke pîşeyî ya Hesekê alava nefesê çêkir
Tîmeke pîşeyî ya Hesekê alava nefesê çêkir
Tîmeke pîşeyî ya Hesekê alava nefesê çêkir
Tîmeke pîşeyî ya Hesekê alava nefesê çêkir
26 nîsan, 2020   13:00
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Piştî Koronavîrus (Covid-19) li seranserê cîhanê berbelav bû û bi milyonan kes pê ketin, pispor û zanyar hewl didin derman û alavên parastina ji vîrusê kifş bikin. Li gorî bijîşkan, kesên bi vîrusê dikevin zehmetiya nefesê dikişînin, ji ber vê yekê pêwîstî bi alavên nefesê û guhdaneke pisporane heye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfetên peydakirina alavên nefesê kêm e, lewma tîma pîşeyî ya bajarê Hesekê hewldana çêkirina alavên nefesê kir. Endazyar Umran Mehmûd, Abdullah Eysa û Mihemed Mehmûd di nava tîma pîşeyî de cih digirin.

Endazyar Umran Mehmûd diyar ki ku wan li ser esasê xwesteka civakê ev alava nefesê çêkiriye. Ji ber ku buhayê alavên nefesê, piraniya dewletan zehmetiya kêmbûna alavên nefesê dikişînin. Buhayê alavên nefesê di navbera 25 heta 30 hezar dolarên Amerîkayê de ye.

Umran Mehmûd da zanîn ku çêkirina alavê derdora hezar û 400 dolarî dixwaze, her wiha di 20 çirkeyan de tê pêxistin.

Alava nefesê ya ku hatiye çêkirin beramberî alavên nefesê yên din ên li herêmê hatine çêkirin, xwedî gelek taybetmendiyan e; kontrolkirina wê bi rêya telefonê pêkan e, alava nefesê bi înternetê tê girêdan, dikeve ambulansan û li gorî sîstema VDC`12 dixebite.

Umran Mehmûd destnîşan kir ku ew dikarin li gorî xwesteka bijîşkan taymetmendiyên din lê zêde bikin, her wiha dikarin bêyî zehmetî alava nefesê bi pêş bixin, dema şaşî tê de çêbe dikarin bi rêya SMS ji pîşesaz û bijîşkan re bişînin, dikarin bi rêya mobaîlê bi dema kişandina nefesê û berdana wê bilîzin, dema pêwîstî pê hebe alava nefesê xwedan cihê oksîjenê ye.

Umran Mehmûd got alava nefesê ji aliyê endazyariyê ve amade ye lê ji aliyê tenduristiyê ve divê bijîşk kontrol bikin da ku bikeve xizmetê. Mehmûd bal kişand ser ku Rêveberiya Xweser bi wan re peywendî daniye û da ku alav were teşxîskirin dê îro yan sibe serdanê bikin.

Umran Mehmûd piştrast kir ku ew amade ne destê alîkariyê dirêjî her kesî bikin û diyar kir ku piştî wan qonaxên çêkirina alavên nefesê, hin kes ji Yemenê û Urdunê li wan geriyan û pirsa awayekê çêkirina alava nefesê ji wan kir.

Tê zanîn ku fikra çêkirina alavên nefesê ji navçeya Amûdê dest pê kir û paşê li Kobanê jî çêkirin û niha jî li Hesekê hate çêkirin.

(eh)

ANHA