Piraniya welatiyên Tirkiyê ji sîstema serokatiyê ne razî ne

Li gorî anketekê ku li 76 parêzgehên Tirkiyê pêk hat, ji sedî 48 ji welatiyên Tirkiyê sîstema serokatiyê ya bi serkêşiya Erdogan red dikin û piştgiriya sîstema parlamentoyê dikin.

Piraniya welatiyên Tirkiyê ji sîstema serokatiyê ne razî ne
26 nîsan, 2020   10:07
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 100`emîn a damezirandina parlamantoya Tirkiyê, di navbera 15 û 20`ê Nîsanê de Şîrketa Lêkolînên a Stratejî (SAD) li 76 parêzgehên Tirkiyê der barê nêrîna welatiyan li ser sîstema serokatiyê û sîstema parlamentoyê de, anketek (rapirsîn) çêkir.

Di anketê de ev pirs hate kirin; cihê sereke yê çareserkirina pirsgirêkan ku der e? Ji kesên beşdarî anketê bûne, ji sedî 64.6 got parlamanto ye û ji sedî 19.2`an jî got serokatî ye. Her wiha ji sedî 5.25 got şaredarî ye.

Di anketê de aşkera bû ku ji sedî 47.8 ji kesên beşdar bûne, ji sîstema serokatiyê ya hikumetê ne razî ne û tenê ji sedî 32 ji wê sîstemê razî ne. Her wiha ji sedî 53 ji beşdaran diyar kir ku rola parlamentoya Tirkiyê lawaz bûye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 16`ê Nîsana 2017`an de bi referandûmekê guhertina destûrê, sîstema hikumetê li Tirkiyê guherand. Ev yek piştî qanûneke AKP`ê ku destpêka heman salê pêşkêşî parlamentoyê kiribû, pêk hat.

(cx)

ANHA