Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî

Li gorî çavdêran koma Astanayê ji ber nakokiyên di navbera wan de civînên xwe pir kirine.  Li Iraqê aloziya avakirina hikûmeta nû didome. Her wiha ji ber derbeya mezin a DYA‘yê buhayê petrola cîhanê têk çû.

Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî
26 nîsan, 2020   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên hefteya borî behsa rewşa Idlibê, nakokiyên Tirkiyê û Rûsya, aloziya avakirina hikûmeta Iraqê û têkçûna buhayê petrola Amerîkayê kirin.

ŞERQ EL-EWSAT: "KOMA ASTANAYÊ" AMADEKARIYA LÛTKEYA SÊALÎ DIKE

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Nîqaşên wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê hişt amadekarî ji bo lûtkeya sêalî ya serokên koma Astanayê bê kirin. Da ku bi wê re nîqaşên li ser pêşketinên rewşên meydanî, siyasî û karê komîteya destûrê ya ku bi sedema rewşên Koronavîrusê hatiye bipaşdexistin, bikin.

Encamên civîna wezîran a di çarşemê de bi rêya vîdeo-konferansê hatiye lidarxistin, destpêkirina xebata hevbeş a lidarxistina lûtkeyê ye ku dihat texmînkirin ku meha borî li Tehranê li dar biketa û bi sedema berbelavbûna Koronavîrusê hat paşdexistin. Her wiha Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dema lidarixistina lûtkeya nû ya serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê der barê Sûriyê dê di demên pêş de diyar bibe.”

EL-EREB: GELO KAZIMÎ DÊ IRAQÊ JI YEKDESTIYA PARTIYA EL-DAWA EL-ISLAMIYE RIZGAR BIKE?

Der barê rewşa Iraqê de rojnameyê nivîsî: “Diyalogên avakirina hikûmeta Iraqê ya nû diyar kirin ku bandora Partiya  El-Dawa El-Îslamiye pir kêm bûye ku vê partiyê di navbera salên 2005 û 2018`an de hikûmet xistibû bin destê xwe. Li gorî agahiyan ku El-Ereb bi dest xistine, Partiya El-Dawa El-Îslamiye bi serokatiya Nûrî El-Malikî tenê dê wezaretekê bistîne, di kabîneya nû ya hikûmetê de.

Çavkanî dibêjin ku wezareta ku dê bidine partiya El-Malikî dê ne wezareteke bi bandor be, piştî ku hêzên siyasî yên şîeyan, sunniyan û Kurdan wezaretên girîng hemû girtin. Li gorî çavkaniyan El-Malikî hewl dide yekî ji her du zavayên xwe hilbijêre, Hisên El-Malikî yan Yasir Sixêl. Ev yek dê aloziya partiyê hîn kûrtir bike.”

EL-BEYAN: ÇETEYÊN ERDOGAN LI BENGAZIYÊ DÎL HATIN GIRTIN, DI RÊWÎTIYA VEGERÊ DE JÎ TERM HENE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameyê wiha nivîsî: “Hin dîl ketin destên artêşê, hin jî termên wan veguhaztin herêmên çeteyên Tirkiyê yên li Idlibê, hin jî li ser axa Lîbyayê hatin binaxkirin, êdî çarenûsa çeteyên Erdogan li ber bayê şerê li dijî Lîbyayê ket. Her roj bi mirin û girtinan re rû bi rû ne, li ser axeke ku nas nakin û nizanîbûn bê ka çi li benda wan e.

Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ragihand ku wan duh çend çete dîl birin Benxaziyê, di nava wan de çeteyên Tirkiyê hene ku li eniyên başûrê Terablusê û başûr û rojhiatê Misratayê hatine girtin.

Li ser erdê jî, li gorî agahiyên ku El-Beyan bi dest xistine, fermandariya giştî ya artêşa nîştimanî ya Lîbyayê di nava du rojên dawiyê de gelek hêzên leşkerî birine “cihê tê naskirin” bêyî ku bibêjin kîjan cih e. Çavkanî dibêjin ku artêş berê xwe bide rizgarkirina bajarên beravê yên rojava û wan bajaran ji destê milîsên girêdayî Tirkiyê derxe, her wiha dê lez bide bidawîkirina şerê rizgarkirina Terablusê.

ŞERQ EL-EWSAT: PETROL TÊK DIÇE… SIÛDÎ Û RÛSYA BEHSA HIN KIRYARAN DIKIN

Rojnameyê nivîsî: "Ji ber derbeya mezin DYA’yê, buhayê petrolê her ku diçe kêm dibe.

Hin dewletên mezin ji piştgiriya bazarê helwestên xwe nîşan dan, duh Erebistana Siûdî got rewşa bazara petrolê ji nêz ve dişopîne, her wiha diyar kir ku ew amade ye ji bo aramiya bazarê hin tedbîran bigire. Ajansa nûçeyan a Siûdiyê ragihand ku meclisa wezîran teqez kiriye ku Siûdî pabendî aramiya bazara petrolê ye.

Her wiha Rûsyayê jî diyar kir ku dibe ew bi hilbirînerên mezin re bikeve nava têkiliyê û eger pêwîst be mijara kêmkirina hilberînê jî gotûbêj bikin.”

ANHA