Li Zînî Wertê, plan armanc û hevkariya dagirkeran

“Daxuyaniyên Nêçîrvan Berzanî nayê qebûlkirin. Divê gelê başûrê kurdistan’ê li hember planên li zînî wertê pêk tînin li berxwe bide û nehêle ev plan pêk werin.”

Li Zînî Wertê, plan armanc û hevkariya dagirkeran
26 nîsan, 2020   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Pisporê siyaset û Rojhilata Navîn ê ji başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd li ser mijara Zînî Wertê got ku, armanc dagirkerina başûrê kurdistan û şerê navxweyî yên kurdan e û ev êriş di heman deme de di wateya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên gelê Kurd giştîne.

‘LI ROJAVA BI RÊYA ÇETEYAN, LI BAŞÛR JÎ BI RÊYA PDK’Ê DAGIRKERÎ’

Hamîd diyar kir ku armanc ne tene Zînî Wertê ye, Çawa ku êriş û guhertina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn, hewl didin heman rêbazan li başûrê Kurdistanê jî pêk bînin û wiha axifî, “Çawa bi rêya çeteyên xwe êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, dixwazin li Başûr jî bi rêya “Peşmergeyên Roj” û PDK’ê êrişî başûrê Kurdistanê bikin. Êrişên li ser Zînî Wertê, êrişên li ser deskeftiyên gelê Kurd, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Armanc li ser nexşereya Misak-î Millî herêmên ewle dagir bikin e.” 

‘ÊRÎŞ BERDEWAMKIRINA OPERASYONA YE’

Hemîd bal kişand ser giringiya stratejiya Zînî Wertê û got: “Zînî Wertê ji bo parastina Qendîlê û Mexmûr jî ji bo parastina Kerkûk cihên stratejîkin. Ev êrîş dirêjkirina operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên di sala 2018 li çiyayê Şêkîf, Xakûrkê û Bradostê ye. Bi dagirkerina van her dû cihên stratejîk dixwazin gerîlayên PKK’ê dorpêç bikin. Ji bo wê di planên dagirkeriyê yên Misak-î Millî de Zînî Wertê û Mexmûr li pêşiya wan asteng in. Planên dewleta dagirker hene ku çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li tevahî başûrê Kurdistanê bi cih bikin.”

YAN BERXWEDANÎ YAN JÎ RÊYA XIYANETÊ

Hamîd girêdayî rola YNK’ê wiha axivî: “Yan wê li dijî dagirkeriyê li berxwe bide yan jî wê rêya teslîmbûnê hilbijêre. Ger teslîmiyêtê qebûl bike li dijî yekitiya gelê Kurd wê ew jî bihele. Lê ji helwestên wan diyar dibe ku xeta berxwedanê hilbijartine. Ev jî cihê serbilindiyê ye û em bi hêvîne ev xeta berxwedaniyê heya dawî berdewam bike. Ji bo Zînî Wertê dewleta Tirk a dagirker û PDK li Hewlerê bi nûnerên YNK û Goran re ji bo dagirkirina Zînî Wertê civîn çêkirin. Dewleta Tirk hewildida ku YNK û Goran tevlî plana dagirkeriyê bibin û PDK’ê jî dixwast wan bike hevkarê xwe. Lê Goran û YNK’ê ew plana dagirkirinê nepejirandin.”

‘HIKÛMETA BAŞÛR ŞEKLÎ Û ROLA POLÎSÊN TIRKIYÊ DILÎZ E’

Hamîd wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li başûrê Kurdistanê cara yekem di 4’ê Cotmeha 1992’an de parlementoya başûr, li Hewlêrê li hev civiya. Wê demê biryara şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistan girtin. Bi wê biryarê re deskeftiyên gelê Kurd hatin pûç kirin û şerê Kurd-Kurd destpê kir. Heya niha li ser rûye erdê ev pêvajoya birakûjî berdewam dike. Konsolosxaneya dewleta Tirk a dagirker li Hewlerê wekî hikûmetekê ye.”   

‘NÊÇÎRVAN BARZANÎ SERKEŞIYA SÎSTEMA KORUCÎTIYÊ DIKE’

Hemîn bal kişand ser daxuyaniyê Serokê Herêma Kurdistan’ê Nêçîrvan Berzanî û dewleta Tirk û got: “Rûxmî ku gelê me yê başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê derdikeve, ev daxûyaniya Nêçîrvan Berzanî cihe şermezariyê ye. Bersiva gel a ji Nêçîrvan Barzanî re berxwedan e. Ji ber wê daxûyaniyê nirxên Nêçîrvan Berzanî li gel gelê me tine ye.”

Hamîd diyar kir ku divê gelê başûrê Kurdistanê li hember kiryarên PDK’ê derbikeve û rê nede dema ku pandemiya Koronavirûsê li başûrê Kurdistanê belav bûye de, PDK bikeve nava hevkariyeke wisa.

ANHA