ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-04-2020
26 nîsan, 2020   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

KURDISTAN

-“Daxuyaniyên Nêçîrvan Berzanî nayê qebûlkirin. Divê gelê başûrê kurdistan’ê li hember planên li zînî wertê pêk tînin li berxwe bide û nehêle ev plan pêk werin.” (BI WÊNE).

- Endamê Meclisa Êlên Kurd Ebudlqadir Wetî got: “Dê encamên şerek Kurd-Kurd li ser gelê Kurd xedar bin. Nakokiya li Zînî Wertê dikeve xizmeta berjewendiya dewleta Tirk. Em bang li hêzên Kurd dikin ku bibin yek.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li gorî çavdêran koma Astanayê ji ber nakokiyên di navbera wan de civînên xwe pir kirine.  Li Iraqê aloziya avakirina hikûmeta nû didome. Her wiha ji ber derbeya mezin a DYA‘yê buhayê petrola cîhanê têk çû. (BI WÊNE).

JIN

-Qanûnên girêdayî jinan û kevneşopiyan ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin, diyardeya tundiya li dijî jinan kêmtir kir. Her wiha jiyana hevbeş a li gel karantînayê de ku ji ber belavbûna Koronavîrusê li cîhanê hat ferzkirin, tundiya malbatî bi dawî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Saziya Çandiniyê ya Minbicê ruxsetan dide cotkarên zebzeyên havînî û darên berhemdar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyek gundewarê navçeya Çil Axa dema mayîna di mal de bikar anî û turbînek ku kehrebeyê ji herkîna avê dide, çêkir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA