Kongreya Amerîkayê Qirkirina Ermenan bibîranî

Seroka Kongreya Amerîkayê Nancy Pelosi Qirkirina Ermenan şermzar kir, ku Osmaniyan di dawiya sedsala 19‘an de pêk anîbû.

Kongreya Amerîkayê Qirkirina Ermenan bibîranî
25 nîsan, 2020   20:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Kongreya Amerîkayê Nancy Pelosi  got: "Îro û piştî 105 salan ji destpêkirina fermandarên Împratoriya Osmanî qirkirina plankirî ya li dijî milyon û nîv zilam, jin û zarokên ermenî em demekê bidin ji bo xelatkirina qurbaniyên ji Qirkirina Ermenan."

Nancy Pelosi  anî ziman: "Kiryarên barbar  ku li dijî ermenên sivîl hatin kirin wê "xaleke şerm" di dîroka mirovahiyê de bimîne."

Nancy Pelosi bi domdarî got:"Rastî nayên înkarkirin. Tevî vê yekê diviyabû ku Ermen bê westandin li hemberî kesên ku hewl dan dîrokê ji nû ve binvisînin û rastiya qirkirinê Ermenan înkar bikin şer kiriban. Ji ber vê yekê Kongreyea Amerîkayê sala borî hewl da vê şatiya mezin rast bike, bi piraniya endaman deng da ku li rêx rastiyê û îsbatkirina rastsiya qkirina Ermenan bisekine. Me teqez kir tu qet bêdeng nemînin an jî rê bidin ku ev qirkirin careke din dûbare bibe."