Li Başûrê Kurdistanê 3, li Iraqê 55 kesên din bi Koronayê ketin

Di nava 24 saetên dawî de li Başûrê Kurdistanê 3 kes û li Iraqê jî 55 kes bi Koronayê ketine.

Li Başûrê Kurdistanê 3, li Iraqê 55 kesên din bi Koronayê ketin
25 nîsan, 2020   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta  Herêma Kurdistanê, têkildarê daneyên 24 saetên dawî yên Koronavîrusê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, li Herêma Kurdistanê li 33 cihên cûda 1809 kes di karantînayê de ne, di 24 saetên dawî de jî 159 kesên din ketine di karantînayê de.

Her wiha hate gotin di 24 saetên dawî de 891 testên virûsê hatine çêkirin. Di encama testên hatîn çêkirin de derket ku di sê kesan de vîrusa Koronayê heye. Hate gotin yek ji kesên bi vîrusê ketiye jinek temen 40 salî xelkê bajaroka Behirkê ya Hewlêrê ye.

Her du welatiyên din zilam in yek ji wan temen 80’ê saliye xelkê şarbajêre, yê din jî 29 saliye ji Rûsya vegeriyaye û xelkê bajaroka Rizgarî ya ser bi navçeya Kelarê ye.

Li gorî daxuyaniyê heya niha li Herêma Kurdistanê bi giştî 344 kes bi virusê ketine, ji vana 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, 318 kes jî baş bûne. Niha tenê 22 nexweşên Koronayê di nexweşxaneyan de mane.

Wezareta Tendurûstiyê ya Iraqê jî bi daxuyaniyek eşkere kir di nava 24 saetên dawî de ji hezar û 104 testên ku hatin çêkirin, testa 55 welatiyan pozitif  derketiye û 20 kes jî baş bûne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin heya niha li Iraqê hezar û 763 kes bi virûsê ketine, 86 kes mirine, hezar û 224 kes jî baş bûne.